Perwerdeya bi kurdî : helwesta hin aliyên kurd..  Xemsarî ye  yan bêbextî ye?

 Dr Memo Abdî

Gazin ji kesekî nayê kirin, ku bi rehetî dikare hestên xwe derbibire bi zimanê serdestên xwe. Sedem û behane diyar in û li dar in. Bes çi pişta yekî dişkîne û yekî ji qerem dixe, ew dilnexwaziya yekî ji zimanê wî re, bi behanyine pûç û palpiştine nebabetane, ew êrîşên hovane ku dijî rêbaz û perwerdeya bi kurdî derdikevin, ku hêviyan nebedî dikin. Ez dilêşê wê xemsariya ku partî, sazî û yekîtiyên qaşo zimên û çanda bi kurdî ne, me. Zimanê me îro di qonaxeke hestîyar û vejînê de ye, erê ti danpêdaneke fermî pê tune ye, mîna hemî destkeftîyên kurdan, lê nayê wê wateyê ku emê jî xwe bispêrin çarenûseke nediyar û nervîneke bi guman. Di dema desthilata BAAS û binçavkirinê de, tirs û girtinê de, xweṣmêrên kurdan, bi derfetên herî kêm, dev ji fêrbûn û fêrkirina kurdî bernedan, ji lewre xwe ji girtin û kuştinê re amededikirin, tucarî jiber van tirs û sawîran gavên xwe paş netavêtin. Îro rewş hatiye guhertin, qedexe, tirs, girtin rabûne û seqayeke aram û serbest hatiye sazkirin. Dema ku dihate qedexekirin bi me xweş dibû, lê çima hemî tişt serbest û azad e, em xwe ji ber didin alîkî. Em ne di çîroka ziman û paşeroja zarokan de ne, bila kes vê keysê ji xwe re neke mertal, çi ku mijara min ziman e, hezkirina ji zimên e, û kurdperweriya mirovên me ye. Bi hêviya ku zimanê me bibe navnîşana kurdewariya me..

Dr Memo Abdî : Rêvebirê giştî yê Nexweşxaneya Dil û Çav

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *