Helbestvan Enwer Sofî :  DȊLBER

Şev dirêj bûn li ber min

Pir bûn kul û xemê min

Pê dihesa dilê min

Dilber werê li ba min

Meyzekê li derdê min

Ji ber bibê weke min

Saloxdanek neda min

Dilber nehat li def min

Vaye hişk bû mejyê min

Gij bû mûyê laşê min

Nalînek hat guhê min

Ji dil dihat ahê min

Tune hate milê min

Di weşiya gula min

Rabûn hatin şerê min

Ji bo rakin mafê min

Dûr bikin ji warê min

Pêre herê dema min

Va ji were canê min

Dilber dûr nekin ji min

Dilber hate li ba min

Maçî kire rûyê min

Destê xwe xiste dest min

Pêk hate daxwaza min

Digote min way li min

Ji bîr bike çavê min

Wer maçî ke rûyê min

Tu wî çav û gavê min

Ne tirse ji bavê min

Kesek nîne her emin

Helbestvan Enwer Sofî ( bavê Şêrgo) 

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *