Diyala Elî :  Reseniya  Cil  û Bergan  Li Gel Miletê Kurd

Ji dema zarokatiya me ve, me çavên xwe li ser jiyanê vekiriye û taybetmendiya kurdîtiyê li derdora me muhek e xwe daniye, çi di milê ziman de be çi jî di milê filiklor bi giştî de be.

Kesayeta her neteweyekê bi filiklora wê neteweyê bêhtir tê dîtin û xuyakirin. Miletê kurd yek ji wan miletan e ku ji mêj ve heya roja me ya îro parastina taybetmendiyên kesayeta xwe a resen kiriye mîna ziman, cil û berg, peyvên gelêrî, xwarin û civatên eywanan…hwd.

Rast e gelek têkçûn û bobelat bi ser vî miletî de wer bûne, lê dîsa jî heya rêjeyek e pir bilind karîbû kêm_ zêde parastina sînorê jiyana xwe a civakî bike.

Tê bîra min gava nas û xilanên me dihatin serdana me metika min, dapîr û bapîrê min, xaltîk û xalanên min,  ji ber mezinbûna temenê wan, timî cil û bergên cuda li xwe dikirin , kiras û xiftan, şal û şapik bûn her weha ev rêûresmên cil û bergan li gel wan nola sîstemek e jiyanî a domdar bû. Dibe ku nifşê nû negihiştibe wê rastiya reseniyê ji ber wilo jî  heya niha em cil û bergên kurdî tenê di aheng û festîvalên netewî de bi ser xwe ve tînin.

Ev diyarde bi xwe tekûz dike ku yê/a ku parastina vê beşa filiklorî kiriye temenmezinên me ne, bi saya wan çand û nasnameya kurdîtiyê di mejiyê me de hatiye çikizandin û ji bo çandên din  hatiye xuyakirin û bêtir rûniştandin.

Ji xwe li her herêmek e kurdistanê şêwazên cil û bergên kurdî ji bo jin û mêran têvel tên dîtin.

Rengên buharî timî xwe li xemla jina kurd dipêçe, tu dibêjî qey mîna firişteyekê ji buhiştê hatiye. Ji xwe ev taybetmendiyên wisa bêguman ji derûnî û xwezaya herêma Kurdistanê a têr çiya, av, bax, bustan û deşt û newal hatiye.

Miletê kurd ji destpêkê ve miletekî gundî ye, bêhtirîn dem di xwedîkirina ajal, bêrîvanî û karûbarên jiyanê de qedandiye, lewra durvê cilên wan jî fireh û gelêrî tên. Dema em baş li dîroka vî miletî bikolin em ê bibînin ku filiklor û çanda resen ne ji xwe de hatiye helbet mirovê kurd ê berê tîne bîra me, jiyan, serkeftin û têkçûnên wî jî tîne bîra me. Ne tenê di aliyê cil û bergan de, lê belê gelek tiştên din hene ku mirovê kurd ji nijadên din cuda dike wekû durvên rû, tevger û hişmendî.

Ji destpêka rûbirûbûna kurdan li ser goka cîhanê û bi avakirina imbiratorî û sîstemên xwebirêveber li ser erdnîgariya Kurdistanê mijara cil û bergên wan bûye cihê ecêbmayîn û gengeşeyê, ji ber ku xwedan cihêrengên cuda bûn û miletên derdorê pir ji wan hez kiriye û di gelek cihan de ji xwe re birine û kirine mînak.

Kiras û xiftanê ku jina kurd li xwe dike li hin deveran filiklornas dibêjin ku ji sîstema gewdeya kevokê hatiye, bi taybet ev diyarde di dema imbiratoriya Mîtaniyan de bi cih bûye û wekî hişmendiyekê di nav gel de berbelav bûye.

Bi vî rengî gelek efsane li dû terzên van cil û bergan hatine hûnandin, hinan bi çavê filikorî û kevneşopî lê meyze kiriye, hinan bi çavê çandek e resen û kurdan bi gelemperî bi çavê nasname û hebûnê li vî beşê filikorî meyze kiriye.

Ger em bibêjin ku vê parçeya biçûk di qurçika jiyana kurdan de ew tekez û balkêş hiştine, em ne şaş dibêjin ji ber ku encamên vê çanda herikbar heya bêdawiyê didome û bêtir tê hezkirin û pejirandin ji derdorê. Êdî cil û bergên kurdî derbasî festîval û ahengên cîhanî dibin, xelkên biyanî li xwe dikin û kêfa xwe jê re tînin û qonaxa temenê nû jî êdî xwe pê payebilind dike.

Ji ber ku timî em dibêjin “ziman beden e, li bedena xwe xwedî derkevin”! Cil û bergên filiklorî jî bedena me ne divê em vê bedenê baş biparêzin û lê guhdar bin, ne tenê bi gotin û siloganan lê belê bi rihekî kurdewarî û paqij da ku karibin li ser piyan bimînin û şopa dîroka xwe a pîroz û resen vegerînin.

Di dawiyê de dixwazim bibêjim ku çand û filiklora her miletekî nameya aşîtî û aramiyê ye, ji mafê her neteweyekê ye ku vê nameyê jiyan û belav bike, bide zarokên xwe û nîşanî cîhanê bi serbilindî bike.

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *