Pêşeroj Cewherî : Keça  Amûdê

Keça bajarê Amûdê

Şevçira kela mêrdînê

Bi evîna te birîndarim

Derman bike vê birînê

Keça bajarê Amûdê

Kedera min naz û rindê

Buhar û bihna şermola

Şehrezada welatê dil

Eşîra mêrsîn û mila

 Keça bajarê Amûdê

Bextê min bir Reş û beşe

Carekê guh min bidêre

Omîda dilê evîndar

Peyamek xweş bihinêre

Keça bajarê  Amûdê

Keça spehî û bedewî

Dîmen heyva çarde şevî

Roja dengê te nayê min

Dibim behrek xem bê kevî

 Keça bajarê Amûdê

Wek pelên dara payîzê

Didest bayê te lîstokim

Dixwazim te himêz bikim

Lê newêrim dil şermokim

Keça bajarê Amûdê

Ger bixwaze evîna min

Yarê fermo bikeve dil

Da bizane ji te pêve

Kesek nîne kedera dil

Tê bimîne birîna dil

Keça bajarê Amûdê

Pêşeroj Cewherî

8 – 7 – 2023

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *