Jin derdbêj mêr dengbêj in

● Dengbêj Mukaddes dibêje, heta niha wê 23 kaset çêkirine, lê ji xwe re nabêje dengbêj: Mêr hema destê xwe dibin guhê xwe û dibêjin. Lê ji bo jinan ev ne wisa hêsan e. Di wexta me de navê jinê jî nedihat hildan. Kilamên ku ez dibêjim, hemû keda min in. Ji ber wê, jina Kurd bi ya min derdbêj e, mêrê Kurd jî dengbêj.
HAVAR DERYA / WAN
Dengbêjî yek ji wan çerxên civakî ye ku bi serpêhatiyên civaka xwe, bi awayekî efsûnî ber didin nava dilê civata xwe. Dengbêjên jin, ne ku tenê kilaman dibêjin, ew di heman demê de bîra civakê ne. Melodiyên wan û dengê xwezayê dibin yek, gotinên wan jî behsa dîrok û erda wan dike. Êş û şahî, evîn û jihevqutbûn bi hunerê wan bi gewde dibe. Kilamên wan vediguherin destanên welê, yên ku pesnê berxwedan û piştgiriya jinan didin.
Yek ji wan dengbêjên jin Mukaddes Yildirim e. Ji wê re bi pirranî Dayê Muqedes tê gotin. Dayê Muqades, dengbêjiya xwe weke encama serpêhatiyên xwe û kerba dilê xwe dibîne: “Ez 12 salî bûm. Bavê min ez kirim qurbana soza xwe. Ez weke jin dame hevalekî xwe yê ji wî kaltir. Rojeke sar a zivistanê, berf dibariya, ez bi darê zorê ji Hîzanê birim Miksê. Ez ew çendê piçûk bûm, ji min re bigotana tu azad î biçe mala xwe jî, minê nekariya. Ez ê bi ser mala xwe ve nebûma. Ez sebî bûm û ji kerba dilan bi şev û roj digiriyam. Zarokên wî zilamî jî hebûn. Ez û zarokên wî hema hema hevsalên hev bûn. Bi vê kerbê, bi hestên xwe, min li ser xwe nihurand; min li ser zaroktiya xwe, jiyana xwe û rewşa tê de nihurand û dest bi dengbêjiyê kir.”
Li Radyoya Erîwanê guhdarî kir
Dayê Muqedes dibêje, wê pêşî di Radyoya Erîwanê de li dengbêjan guhdarî kiriye: “Hingê ez piçûk bûm, bavê min lê guhdarî dikir, min jî wisa lê guhdarî kir. Piştre Hecî Ebdulkerîm, Şakiro, Reso, Sidiko, Zahiro, piştî dema wan jî min li dengbêjên Kazim û Yûsif guhdarî kir. Bi qasî dizanim ji çaxê Evdalê Zeynikê ve dengbêjî heye.”
Dayê Muqedes dengbêjiyê ji bo Kurdan weke nasname bi nav dike û dibêje, “Dengbêjî weke salnameyekê ye. Lewma hestên te çi bin, tu wan bi kilamê dibêjî. Sermeselê, kesek, ji ber ku xwişk yan jî birayê wî hatiye kuştin, li ser wê yan jî li ser wî gotiye. Yan jî kurê yekî hatiye kuştin, li serê gotiye. Êdî heger felaketeke, li ser wê kilam hatiye gotin. Lê min li ser şeran hîç nenihurand.”
‘Keda dengbêjên jin bêhtir e’
Dayê Muqedes dibêje, ew derdbêj e: “Li malê 23 kasetên min hene. Lê ez hê jî nikarim ji xwe re bibêjim dengbêj. Mêr hema destê xwe dibin guhê xwe û dibêjin. Lê ji bo jinan ev ne wisa hêsan e. Di wexta me de navê jinê jî nedihat hildan. Mêr dihat malê digot, ´Hitiyê ka nên bîne.´ Navê jinê jî li nava malê hilnedidan, eyb didîtin. Em bêjin, jinê xwarin çênekiribe, ne mumkin bû lêdanê nexwe. Li hemberî vê heqê jinê nebû bixeyide jî, li serê dihat ferzkirin, xizmetkirina ji mêr re dewam bike. Ti tişt bi qasî vê zehmet nabe. Gotinek heye, dibêjin, ‘ken ji dilê xweş tê baran ji evrê reş tê.’ Ji ber wê dengbêjên mêr li gorî jinan rehettir in. Helbêt wan jî êş û azar kişandiye. Lê ez îro nikarim weke Şakiro, Hecî Ebdulkerîm û Resûl bibêjim. Ez tenê dikarim bibim Muqedes. Kilaman binihurînim û bibêjim. Şakiro û Resûl jî nihurandine, lê ne weke jinan. Em bibêjin, ji 50 kilamên wan tenê belkî 10 nihurandina wan be. Lê yên ku ez dibêjim, hemû keda min in. Ji ber wê, jina Kurd bi ya min derdbêj e, mêrê Kurd jî dengbêj.”
‘Her kes li ser kokên xwe’
Dayê Muqedes bang li ciwanên Kurd dike da ku xwedî li çanda Kurdî derkevin û dibêje: “Kurd nabe ku koka xwe, rabihuriya xwe ji bîr bikin. Kurd nabin yek. Hema ku rewşa siyasî hinekî xirabû, hin kesên xwe ji hunermendan dihesibînin, rabûn, bi bayê bezê xwe avêtin TRT-6´ê. Dengbêjên 55-60 salî ev kirin. Gava ew bike, zarokên li pey wî jî dikevin heman rewşê. Ez ji ciwanên Kurd dixwazim xwe nas bikin. Divê her kes karibe li ser kokên xwe bisekine. Ciwanên niha nikarin kilamên dengbêjan çêkin û bêjin. Jixwe, heger muzîk nebe, hîç nikarin. Ez nexasim bang li ciwanan dikim, bi çanda xwe bijîn. Bila dengbêjitiyê û dîroka me ji bîr nekin.”
Bila dijmin gulekê nede min
Dayê Muqedes dibêje, “Mala me ya dengbêjan hebû, ji her deverê dengbêj dihatin û lê kilam digotin. Qeyûm hat û ew girt. Lê çi dibe bila bibe, em, dev ji xwe, ji çanda xwe bernadin. Ez wiha difikirim: Bila birayê min gulleyekê berde canê min, lê bila dijmin gulekê nede min. Her kes bila bi ziman û çanda xwe bijî.”
Dayê Muqedes dibêje, weke dengbêje ew kar û barê xwe li navenda Çand û Huner a Aryenê dimeşînin, lê bi bîr dixe ku Mala Dengbêjan a pêşî beriya bi 25 salan li Wanê hatibû vekirin û li wir heq û mafê dengbêjan dihate parastin.