Enwer Sofî : ((KORATIYA EVÎNÊ ))

Helbestvan Enwer Sofî ( bavê Şêrgo)

Li min kir taviya buharê

Çome ber dara çinarê

Mame li benda wê yarê

Wê şêrînê ,  xewarê

Jorve dihat ejdeharê

Wê nazikê wê dijwarê

Vazîla wek koremarê

Xwe berdabûji zinarê

Min gotiyê de xizêm zerê

Ji min re tu were derê

Em vegerin wekî berê

Ji min re nebe berberê

Cerg ji derdê te diwerê

Li min bar neke şevgerê

Wa nazikê wa serwerê

Kula dilê min kederê

Rabû ser xwe xiftan sorê

Meyzekir li jêr û jorê

Bi rengekî tirş û şorê

Min gazî kire wa korê

Yara minî neke zorê

Çom û hatim dor bidorê

Bo derbaskim ji vê borê

Min jêre gote wa jîrê

Tu xwe li min neke şêrê

Bi vî rengî xwe neke mîrê

Ber çavê min dibê qîrê

Ne hêle ez bêjim pîrê

Her bi kovan û bi tîrê

Destê xwe navêje kêrê

Evîna me ketiye  bîrê

Bi kul û xem û dilsarê

Rabû ser xwe wê diljarê

Em meşîne dar bi darê

Divê em bikin çarê

Ji çiya de hatin xwarê

Mirov hatine hewarê

Em derbas bûn ji gemarê

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *