QENEWATÎ GEMO: Silav bo te… Gulên Sor bo te Ehmedê Huseynî

Amûdê nizanîbû ko mindalê hildikişiya darên reza,
Da ko goşiyên Tirî bidize,
Yê ko li ser Girê Şermola xwas dilîst,
Dê helbestvanê me be..!
Beyrûtê nizanîbû
ko karkerê Firnê yê ko nane germ dida destê
xort û qîzan
de helbestvanê me be..!
Şamê û xwendevanên Kurd yên ko
Li taxen hawirdora Şamê diman, nizanîbûn
dê Helbestvanê me be..!
Ne Swêd, ne darên wê ,
yên ko xwe bi Berfa spî dixemilandin,
nizanîbûn
dê Helbestvanê me be..!
Ne welatên Europayê,
ne bajarên ko riya wî bi wan diket, weke mevanekî bi siyek tenik di dilan de cihê xwe digirt,
Dizanîbûn ko dê helbestvanê me be..!
) Weke Ko wî em dixapandin)
Ew bi dû xewn û armanca xwe de bû..
Ko helbesteke kurdî ya nû binivîsîne, bingeheke nû jê re deyne,
Weke miletên din, ên ko helbesta xwe li pes xistin,
bê ko bide şopa wan,
Helbestek bi rihê Stran û Sirûdan
nivîsand ko bibe Stûnek kesk û sor û zer di
kultûra Kurdî de..
Silav bo te … Gulên Sor bo te Ehmed Huseynî….
Em û tu , emê zora dijwariyê bibin..
Qenewatî Gemo
12/8/2023
Bad Salzuflen