Bozan Karao / Artêşa çavên te

ez dîl kirim
rûkeniya lêvên te
ez kirim penaberkî lawaz
bê hêvî
li ser sînorên bê bext
li çarenûsa evîna wenda digere
li kampê bê Wijdan
li xwe digerim
li ser şepêlên derya navîn
Çirokên termê mendalan
rondikên dayikan
dinqişînim
pêlên porê te
ez kirim
rewanê pêxemberê Filan
li nav dîwarên tarî
li hesreta
çarenûsa
kek û hevlên bê hêvî
dîn wenda dibim .
• Bozan Karao