Nerîn di derbarê (Şevçirayên Rojavayê) de

Lewend Dawê
Rewşenbîr ew in yên ku bîra rewşê dibin û wê baş dinirxînin. Karê ku bi rêbazên guncaw û zana tê kirin, dibe xwedî berhemên serkeftî. Rewşenbîriya rasteqîn weke kewarê hingiv e, xelk jî mîna mêşên hingiv li dor wê kom dibin û tevdigerin.
HRRK’ê bi awayekî zana û kurdperwer gavên giranbuha li qada rewşenbîriyê diavêje û her sal pêş dikeve. Ez li gorî amadebûna xwe di çalakî û semînerên navenda HRRK’ê de vê yekê dibînim û bi dilsozî ji vê xebatê re dibim piştgir.
Destxweş HRRK’ê, bi hêvî me ku hûn her dem serkeftî bin.