Nerîn di derbarê (Şevçirayên Rojavayê) de

D.Memo Ebdê

HRRKê û seqaya rewşenbîrî li Rojavayê Kurdistanê…

      Duh, di şeva dawî ya şevçiraxên HRRK ê de, ku Dr Sêvê Îzolî bi semînera xwe ya balkêş û têragahî tacegulîn kir, coşeke bêsînor girte ser hest û mejiyê min, ji ber hin sedeman:

     Yek ji wana, dihingive HRRK, ku jiyana rewşenbîrî li Rojavayê Kurdistanê gur û geş kiriye, ji lewre kesên mîna Dr Sêvê û hevşêweyên wê xwe naçar dibînin, ku semînerên xwe bi dilekî xweş, ne tenê wisa û bes, bi ser de jî, bi kurdîyeke petî û rewnbêj, ji rewşenbîr û nivîskaran re bixwînin.

        Tiştê duyem û girîng di van şevçiraxan de ew bû; ku zimanê ku pê dihate pêşkêşêkirin, xwerû bi kurdî bû. Di encamê de gengeşekirin jî dîsa bi kurdî bû, ku dihişt çêj û seqa bi şox û şeng be û bi bêhn û gêwlê kurdî be.

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *