melayê cizîrî .. wesfê botan û kurdistanê

helbestvanên mezin yên kurd e. herwekî melayê jaba gotiye tirba melayê cizîrî ziyaretgeh e. ji xwe hêj di saxiya wî de welayet bi aliyê wî ve didan. dibêjin ko mela li westaniyê, li ber şetê cizîrê, li ser kuçekî rûdînişt û şihrên xwe dinivîsandin. ji cizba wî kuç welê disincirî ko piştî ko mela jê radibû jin diçûn wî kuçî û nanên xwe pê ve didan û dipijandin.
helbestek ji dîwana mellê ku tê de pesnê botan û kurdistanê jî tê dayîn ligel selwayê:
melayê cizîrî (1570-1640) wekî ehmedê xanî û feqiyê teyran yek ji ”pir ji dîna te xerîb im xanim
ji te ser ta bi qedem heyran im
her bi can teşnelebî lehlan im
dil di benda giriha zilfan im
yûsifî cirhek şî hicran im
niqteyî daîreyî rindan im
lew şebî daîre sergerdan im
badenûşî qedehî hirman im
bedel ateş ji ceger biryan im
lew perîşan im û pir êşan im
aşiqî nazik û mehbûban im
tu mebîn bêser û bêsaman im
gulî baxê iremî bihtan im
şebçiraxî şebî kurdistan im
çi tebîet beşer û insan im
lilehil hemd çi alîşan im
di riya yar li rêza san im
lew di iqlîmî sixen xaqan im
sibehî îd e û ez pê zanim
ko bi kêra te seher qurban im
xweş birîndarekî bêderman im
carekê şefeq e rûhim can im
ji xwedê re veke benda beriye.
dînbirê hurmisalê zeriyê
nazikê nîşkerê sirperiyê.”