Melayê Cizîrî (1570-1640)  

Di dîroka kurdan de ji kesên girîngtirîn yek jî Melayê Cizîrî ye. Mela him bi helbestên xwe him jî bi raman û baweriya xwe di dilê kurdan de xwedî cihekî taybet e. Navê wî yê rastîn Şêx Ehmed e. Di helbestên xwe de bi pirranî du nasnav bi kar aniye, Mela û Nîşanî. Li Cizîrê hatiye dinyayê. Di warê jidayikbûna wî de dîrokeke misoger nîne. Hinek çavkanî sala 1567’an, hinek ya 1570’yî, hinek jî ya 1589’an jidayikbûna wî nîşan didin. Lêkolîner van dîrokan jî ji hesabê ebcetê derdixin. Lê mirov dikare sala 1570´yî wek sala jidayîkbûna Mela bihesibîne. Di sala 1640´î de dîsa li Cizîrê çûye ser dilovaniya xwe û gora wî ya bihûştin li wir e.

Mela li cem bavê xwe Mela Muhemed dest bi xwendina xwe ya seretayî kiriye. Dûre ji bo berdewamkirina xwendina xwe çûye Amedê, gundê “Setrabas”‘ê. Wekî din jî li Hekarî, Amediye, Iraq û Misrê jî xwendiye. Piştî xwendina xwe diçe Heskîfê. Li wir li ba Mîrê Heskîfê Melîk Kamil dimîne, lê dilê wî dikeve keça Melîk Kamil Selmayê. Ji ber vê eşq û evîna xwe ya mecazî di sih saliya xwe de dest bi helbestan dike û ne tenê di nava kurdan de li cîhanê dibe helbestvanekî bijare. Bi rastî jî Mela di helbestvaniya xwe de ji Mewlana û Şîrazî û Goethe ne kêmtir e. Heta vê yekê ew bi xwe jî di helbesta xwe ya jêr de wiha diyar dike.

Ger lu’lu yê mensûr ji nezmê dixwazî

Wer şi’rê melê bîn, te bi Şîrazî çi hacet.

Felsefeya Mela: Feylesofê Yewnan Thales, hêmana bingehîn weke avê girtiye dest xwe, Anaximenes wek hewayê girtiye dest xwe, Herakleitos weke agir girtiye dest, Empedokles çar hêmanan tîne ba hev û wan weke av, ax, agir û hewayê digire dest xwe. Lê Melayê Cizîrî li van hêmanan yeke din jî zêde dike û dibêje “evîn” jî ji hêmanên bingehîn yek e. Gava ev çar hêman mirovan berdin jî, evîn mirovan bernade û her û her bi wan re dimîne.

Lê paşê ev eşq û evîn ji hev qetiyan û li giyanber û negiyanberan belav bûn. Ev eşq û evîn ket axa welatan, lewma mirov ji welatên xwe hez dikin, ket rûyê jinan, lewma miro ji wan hez dikin, ket dêr û kenîşteyan, lewma mirov diçin dêr û kenîşteyan.

 “Li gorî Seydayê Cizîrî, di nava olan de cudatî tuneye, hemû yek in. Lewra hemû ji rihekê tên û dîsa diçin derekê. Ew der jî hizûra Xwedê ye.

Mirov dikare bêjê Mela him bi helbestvaniya xwe, him jî bi bîr û ramanên xwe, digel ew qas salên borî hê jî wekî şebçiraxekê di dilê Kurdistanê de pêxistî ye. Şewqa welatperwerî û dildariya wî hê jî rêya kurdan ronî dike.

ŞEBÇIRAXÊ ŞEBÊ KURDISTAN IM

Yusifê cur-‘ekeşê hîcran im

Nuqteya daîreye zîndan im

Lew şubê daîre sergerdan im

Badenoşê gedehê hurman im

Bi dil ateş ji ceger buryan im

Lew perîşan im û pur êşan im

Aşîqê nazik û mehbûban im

Tu mebîn bê ser û bê saman ıın

Gulê baxê iremê Buhtan im

Şebçiraxê şebê Kurdistan im

Çi tebiet beşer û însan im?

Lillahilhemdi çi alîşan im

Di riya yarê li rêza san im

Lew di iqlîmê suxên xaqan im

Sibehê ‘îd e, û ez pê zanim

Ku bi kêra te seher qurban im

Xweş birîndarekî bê derman im

Carekê şefqe ke rûh im, can im

Ji Xwedê re veke benda beriyê

Dînbirê hori-mîsalê zeriyê

Nazike neyşekerê sur-periyê

BI ROJÊ RA TU HEVDENGÎ

Sabahul xeyri xanê min

Şahê şêrîn zebanê min

Tu yî rûh û rewanê min

Bibit qurban te ncanê min

Tealellah çi zat î tu

Çi wê şêrîn sîfat î tu

Ne wek qend û nebat î tu

Yeqîn rûh û heyat î tu

Heyat û raheta canim

Sabahul xeyrî ya xanim

Were bînahiya çehvan

Bibînim bejn û balayê

Sebahul xeyri mesta min

Letîfa cambidesta min

Xumar û meyperesta min

Tu yi meqsûd û qesta min

Ji meqsûdan tu yî bes min

Bibin ber çerxé etles min

Ji xeyri te nevêt kes min

Bi reştûzên muqewwes min

Di benda zulfê çewkan nim

Sebahul xeyri ya xanim

Were binahiya çehvan

Bibinim bejn û balayê

KUŞTIME NAKIT YEQÎNÊ

Şox û şengê zuhrerengê

Dil ji min bir dil ji min

Awirên heybet pilingê

Dil ji min bir dil ji min

Wê şepalê miskê xalê

Dêmdûrê gerden şemalê

Cebheta biskan sema lê

Dil ji min bir dil ji min

Zulf û xalan nûn û dalan

Wan ji min dil bir bi talan

Goşeyê qewsê hilalan

Dil ji min bir dil ji min

Dên nedîrê bo ‘ebîrê

Xemrî û gîs û herîrê

Sîne kir amancê tîrê

Dil ji min bir dil ji min

Surşirînê nazenînê

Kuştim û nakit yeqînê

Wê bi çengala evînê

Dil ji min bir dil ji min

Fetl û taban da xuraban

Ebleq û cohtê şebaban

Dame ber pence û kulaban

Dil ji min bir dil ji min

Xweşxeramê ez xulamê

Nazikê şîrînkelamê

Tûtiya eywanmeqamê

Dil ji min bir dil ji min

Mahitabê afitabê

Dêm ji roj û şeb niqabê

Xweş bi çengal û kulabê

Dil ji min bir dil ji min

Rohniya çehvên Melayî

Ew tecellaya te dayî

Ya ji Ehmed dil revayî

Dil ji min bir dil ji min

https://institutakurdi.com/kur/biography/melaye-ciziri
Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *