DAXUYANÎ: 2023 SALA MELAYÊ CIZÎRÎ

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK) sala 2023’ê wekû sala Melayê Cizîrî bi nav dike û ji boyî qad û cîhana rewşenbîriya Kurd û Kurdistanî radigihîne.
Di vê salê de, dê HRRK’ê hewl bide ku piraniya xebat û çalakiyên xwe der barê helbestvanî, jînenîgarî, rol û bandor, felsefe û raman, dîwan û şiroveyên dîwanê, bawermendî û sofîtiya Melayê Cizîrî li dar xîne û bi alîkariya panel û simînar û konferansan dê HRRK’ê hewldanên xwe yên berfireh bike ku helbestvaniya Melayê Cizîrî ya bê hempa zeft bike û Melayê Cizîrî wekû şahê helbesta Kurdî ya klasîk biçesipîne.
Her wisa bi vê helkeftê dê HRRK’ê (XELATA MELAYÊ CIZÎRÎ YA HELBESTÊ) damezirîne û salê carekê dê xelatê diyarî helbestvanekî Kurd ê behremend û dahêner bike.
Em bi vê daxuyaniyê dengê xwe digihînin hemû sazî û dezgehên ragihandinê, yekîtî û hevgirtinên nivîskar û rewşenbîran, komele û weqfeyên ziman û çand û hunera Kurdî, peymangeh, enstîtût, zanîngeh û zankoyên Kurdistanê, hemû xemxur û dilêşên helbest, ziman û wêjeya Kurdî (çi li hundir û çi li derve) ku, destekê bidin banga me da em Melayê Cizîrî ji nav destên dijminên ziman û dîroka kurdan rizgar bikin û ji dunyayê re bibêjin ku Meleyê Cizîrî ne bi tenê Sofî û older û bawermendekî islamî ye lê helbestvanekî pir mezin ji helbestvanên Kurdan ên klasîk e.
Dîsa em bi vê daxuyaniyê dengê xwe digihînin Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ku, di sala 2023ê de hewldanên xwe yên berdewam û dilsojane bikin da ku konferanseke navnetewî bi navê Melayê Cizîrî li darxînin û hemû Kurdolog, bispor û lêkolîneran li bin sîwaneya Melayê Cizîrî li hev bicivînin.

Komîteya Kargêr a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK)
Rojava.Qamişlo
01.01.2023

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *