PÊŞBIRKA HELBESTA KURDÎ YA CIWANAN (2023)

Bi alîkarî û siponsoriya (KOMELEYA JANÊ XELEF A XÊRXWAZIYÊ YA LI INGILISTANÊ) Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK)ê dest bi lidarxistina (Pêşbirka HelbestaKurdî Ya Ciwanan-2023) dike û mercên beşdariya pêşbirkê bo helbestvanên ciwan ên Kurd ên ku dixwazin beşdarî pêşbirkê bibin, radigihîne:

  • Pêşbirk bi zimanê Kurdî ye.
  • Kesên ku beşdarî pêşbirkê bibin pêwist e nişteciyên Rojava û Sûryayê bin.
  • Pêwist e temenê kesên beşdar ji (18)ê ne kêmtir be û ne jî ji (30)ê zêdetir be.
  • Pêwist e helbesta kubeşdarî pêşbirkê bibe li çi deveran nehatibe belavkirin û beşdarî çi pêşbirkan nebûbe.
  • Pêwist e helbesta beşdarî pêşbirkê bibe ji DEH (10) malikan ne kêmtir û ji PÊNCÎ (50) malikan ne zêdetir be.
  • Pêwist e helbesta beşdar berî 10ê Avdara 2023ê bigihêje destê HRRKê.

Di 29ê Avdara 2023ê de (ROJA JIDAYIKBÛNA JANÊ XELEF) dê HRRKê, navên xelatgiran, li navenda xwe, di komcivîneke çapemeniyê de, bo raya giştî ragihîne û piştî ragihandinê dê di ahengeke taybet de zirx û nirxên xelatê radestî xelatgiran bike.

Helbestvanên ku di salê nbûrî de hersê astên xelatan wergirtine, nema dikarin beşdarî vê pêşbirka 2023ê bibin.

KESÊ KU DI BEŞDARIYÊ DE MERCÊN JORÎN PÊK NEYINE BERHEMA WÎ/WÊ DI CIH DE PAŞGUH DIBE Û BEŞDARÎ PÊŞBIRKÊ NABE..

PÊVEKÊN PÊWÎST:

  • kurtejiyan. Navnîşan. Jimarên telefonan. WhatsApp û Ê.mail.
  • Pêwist e yê/ya helbestvan kaxezekê binivîsîne û tê de soz bide ku helbesta şandiye pêşbirkê ya wî/wê ye û li ti deveran nehatiye belavkirin û beşdarî tu pêşbirkan nebûye..
  • Pêwist e yê/yabeşdar sûretê nasnameya xwe bi helbestê re bişîne.

NIRXÊN XELATAN:

  1. Xelata Yekem: 500 Dolar e.
  2. Xelata Duyem: 300 Dolar e.
  3. Xelata Sêyem: 200 Dolar e.

HELBESTÊN XWE, KURTEJIYAN Û PÊVEKÊN PÊWIST BIŞÎNIN VÊ NAVNÎŞANÊ:

helbestciwan2023@rojava.net

MOBILE Û WHATSAPP: +963 954 770 104

FACEBOOK: https://www.facebook.com/hrrk.rojava.3

MALPER: www.rojava.net

KOMÎTEYA ÇALAKIYAN A HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ(HRRK)

Rojava.Qamişlo. NavendaHRRKê

01.01.2023

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *