Mihemed Efîf Huseynî: Şêxê Kesk

Mihemed Efîf Huseynî : ŞÊXÊ KESK
Wergerandina Ehmedê Huseynî
Şêxê kesk li bajêr e…
Şêxê kesk li Amûdê ye…
Ji sînorên Kurdistana Bakur dest pê dike ta tixûbên Qamişloyê ta ku dawî dighêje gundê Berko; gundê ku bi heriyê nixumandî ye..
– De li tembûrê xîne Farûq.!
Farûqê di çeşnê rovî de… kuramê min. Cigareyekê sor dike û dûmanê dicû… Sere şeş mehan in ku Farûq gotin û peyivîn ji bîr kirine..
Şêxê kesk dibêje:
– Ziman xweşiya kurdan e, yê ku jibîrkir niştecî bû.
Farûq bi çavên xwe yên xemgîn, kevnar, germ, li Şêx temaşa dike, piçekî cigarekêşana xwe radiwestîne. Ji bilî bi Şêxê kesk re bi tu kesî re napeyive. ji gund derdiçin û ber bi çola bakur de diçin. Li nêzî wan; esmanê zîvîn û Şêrîna ku bi dilxweşî çavdêriya wan dike:
– Zimanê Farûq geriya.
Gurzeke pûng, Tembûra dirêj û zerika zêrînî ya lalo; zerika mişt ard, ardekî efsanewî bû, ji bo dengê xwe yê bi lalîtiyê rapêçyî, dixwar.
Ax.. Ax .. Ey dilê min ê bi zarokan xemilandî.. Ey Helepçe..
Li wê çolistanê, ji bilî hestên dijwar ên Farûq, tiştek nîn e. Li serdema xwe û li serdema apê xwe temaşa dike, têlên Tembûrê di nav destên wî de vedizilin, sîber û terîşa nîşankirî ya ala Kurdistanê ji nav têlan diherikin.
Du reşik di şevê de.. di zimên de gerê dikin, ziman dikin pûng: Şêx pûngê dicû û Farûq jî wê li tevlî ard û lalîtiya xwe dike. Ji Xecokê ta Mozan li gundan digerin, asoyan dikeritînin, demê jî bi leza xwe av didin, di hestên kurdan de şîn tên:
Sazbendekî gerokî/ Şêxekî ji ne`ne`ê û ji dilovaniyê.
– Apo.. Kulîlkên hibrê careke dî geş bûn!
– Dest jê berde kurê min.. Ew xweşiya kurdan e.
¤ ¤ ¤ ¤
Çek û cibilxane dereng hatin. Qunsil ew xapandin.
Di şûna çekên giran de, dewleta mezin, sakoyên leşkerî û nîşanên serbazan û hindek barûd ji wan re hinartibû .
Pir bilez nûçe ji Aşê Elawî hatin û ber bi bargeha leşkerî ya bajêr ve sernişîv bûn û gihiştin gora Şêx Sedeqa û li bakur.. bakurê herdemîn/ bakurê leşker û penaberan, nûçe ji gundekî giha gundekî din: Qazî Mihemed hat kuştin..
Sîberine tenik û lawaz xwe bi ser bajêr ve vedigirin, ewrine zîvînî di ser serê Şêx re derbas dibin, payîzê bi ser balendeyekî zer de û Farûq jî bi ser gewriyeke şikestî wekî camê tîrtir dikin, bi hêminî rûniştin, bi westan rûniştin:
– Apo! Porê te spî bûye û gavên te giran bûne?
Giraniya x
we spart min û me berê xwe da goristana bajêr, çend gulleyan Şêrînê şiyar kirin:
– Tu ji bo çi hatiyî vir Keko?
– Da ku em kaxezan bibin.
– Kî bi te re ye?
– Apê Şêx.
– Lê ew mirî ye?
– Li wî aliyê din ê goristanê ye.
Şêrîn û firîşteyên xwe, Apê min û kesên xwe yên ku li esmanan digerin, îro yekî din li wan zêde bû , bi şarezayî ew durist kir in û ber bi esmên ve berdan, lê pişt re ji mêvanê nûhatî westiya, çinkî birînên Qazî Mihemed terr bûn û ew bi xwe jî bêcir bû:
– Ma General bi ku ve çû?
– Nexşeya komarê bi xwe re bir û bû pûng.
Şêxê Ne`ne`ê şêxekî bê mînak e, tûtina wî, qelûnên wî, riha wî, tiliyn lerzokî, rengvedana ronahiyê li ser berçavkên wî yên şevînî, gustîlka wî ya reş, guncîna wî li gel Farûqî, şiyana wî ku bibe nûnerê şevpestan, kenê kesk, navê wî û şalê ku di wexta xemgîniyê de nazikbûna xwe pê dipêçe, dudiliya wî beriya ku asîtanka dergeh derbas bike, tariya destên xwe ber bi jora dergehî ve dizîvirîne, xanî bi sîberên dûr ron dibe, nediyar dilivin; kesk in ji pûngê ne.
Gazî min dike, gazî biraziyê xwe dike… Ji min dipirse (Gelo te tiştek ji bîr kir?), bi mamostayetî xwe ji nav sîberan ber bi rojê ve radikişîne û şahinşahiya xwe ya nûranî dadimezirîne, di navbera kêlîk û kêlîkekê de radiweste û çavdêriya dîwarên herînî dike, kêrekê derdixîne û piçekî dikole:
– Ev axa Şermola ye… Min li wir veşêrin…
û Şêxê ne`ne`ê hemî şekirên di çêja ne`ne`ê de ji firoşgehên bajêr kirîne, qutiyê şekir di sindoqekê de veşartine, sindoqê diguhêze odeyê, li wir, di odê de çar salan û sê mehan û çar rojan dimîne, pişt re sindoqê derdixîne:
– Ev sal salên mirina Şêrînê bûn; Şêrîn pîrozwera malê, pêximbera hêlanên esmanî.
Şêxê kesk li hemî dergehên bajêr dide, şekirên xwe li hemî xelkên bajêr belav dike, mal bi mal, dîwar bi dîwar…. ew bîna şekirên xwe yên ahangamêz belav dike . Û bi dengê xwe yê taybetmend helbestên Cegerxwîn distirê.
#
Roj bi roj wêran di giyanê Şêx de gurtir dibin, Mîrê Botanê gazî wî dike, lê bê bersiv e, nivîseke nû ji hejmara nû ya kovarê re dixwaze, lê bê bersiv e, nimêjan jê dixwaze û nimêj ji riha wî ya kesk bi dûrketine, anuha di ne `ne `ê de ye, rondika Qazî Mihemed dibarîne, ji hevrêşima bîranînan ber bi terîşên kesk ve sernişîv dibe, her roj derbasî firoşgeha Hec Qiço dibe… , firoşgeha dirêj , bejna wî ya di çeşnê berbangê de, paltoyê ji çerm, perwana ji kertonê, çaroxa sor, comerdiya cawbira Elmanî, bîna caw û neynikê.. li destê çepê westana neynikê, Şêxê kesk gazekê ji cawekî kesk dikire, bi lez vedigere male, caw tîş- tîşî dike, terîşan û tîşan di bêrîkên xwe de bi cih dike û bi rêdikeve.. zilamek e di zimên de pir dûr e, dûr e û ber bi goristanan ve diherike, gora Şêrînê bi terîşan dixemilîne, çend katjimêran bêdeng dimîne, pişt re, bendewariya kurtepista narîn a ku ji zemînê derdiçe, dike:
– Dengê Farûq e?
Tu yara hesin î.. Tu Şêrînê yî, tu xweşiktirîn jin î.. Di afirandina Mîdiyan de tu xweşiktirîn ziman î.. Te bi tenha û pir dûr hiştine… Ey Şêrîn! Ez bendewarê kirasê te yê spî me ku pêşî xwe li ba bike.. ku pişt re kulîlkên zer jê bifirin; kulîlkên ku rojekê me ew ji bêzariya xwe çêkiribûn/ ku ber bi dûr ve bifirin; ku di navbera pifkirina zurnevan û rengên dengbêjê kor û amadeyiya Qunsilê bêbext de bifirin.
Vedigere, wek Şêxekî ji pûngê û ji çîveçîvê, vedigere neynika tenhatiya xwe, bi bêdengiyeke giştî tê rapêçandin, Mîr dibêje:
– Farûqî Şêx xapandiye.. Dengê wî jê stendiye û ardê xwe daye wî….