“Zimanê Bêzariyê”

Diyala Elî

Min dixwest
Ez bêdengiyê lal bikim
Koka peyvan biguherînim
Û ji bo xwe û te
Zimanekî nû biafirînim
Di dema ku her tişt
Di vî welatî de
Erzan bûye
Min dixwest
Ez te bikim xwedawendê hezkirinê!
Û pesindayîna te bidim
Mîna welatekî ku di bîra min de
Maye û hîn nehatiye
Peyv ji peyivînê sar bûne
Tenêtî di qorzîka odeyê de
Ji xwe aciz bûye
Û rewşa min ji bêkêriyê
Bi xwe ketiye
Tu dizanî?!
Di xuleyên herî dijwar de
Henaseya te
Min ji min rizgar dike
Û ew sînorên qalind
Ên li dora xwe min pêçayî
Tenê bi maçek û hembêzkirinekê
Diherifin!
Ji boyî te min xwe tune kir
Ez bûm êsîrê bîrek Kujer
Ro bi ro kefenan li min dike
Û bi ser gorê de min dibe!
Te got hezkirin mirin e
Lê min bawer nedikir
Va ye ez tê de noq dibim
Û pê dilşad im!

Show More

1 thought on ““Zimanê Bêzariyê””

  1. Our China support PKK to Overthrow Erdogan Regime.
    Our China against Erdogan Regime very much.
    Because Erdogan Regime support ETIP or ETIM Group.
    We very hate AK Parti and Erdogan Regime.
    Our China hope PKK and PUK overthrow Erdogan as soon as.
    And the DPRK support DHKP/C and PKK.
    Erdogan is enemy for our China.
    We think: Kurdish Live Matter.
    I am a Chinese.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *