PÊŞBIRKA HELBESTA KURDÎ YA CIWANAN (2022)

PÊŞBIRKA HELBESTA KURDÎ YA CIWANAN (2022)
Bi alîkarî û siponsoriya(KOMELEYA JANÊ XELEF A XÊRXWAZIYÊ LI INGILISTANÊ), Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK)ê dest bi lidarxistina (Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan) a sala 2022ê dike û mercên beşdariya pêşbirkê bo helbestvanên ciwan ên Kurd ên ku dixwazin beşdarî pêşbirkê bibin, radigihîne:
- Pêşbirk bi zimanê Kurdî ye.
- Kesên ku beşdarî pêşbirkê bibin pêwist e nişteciyên Rojava û Sûryayê bin.
- Pêwist e temenê kesên beşdar ji (18)an ne kêmtir be û ne jî ji (30)an zêdetir be.
- Pêwist e helbesta ku beşdarî pêşbirkê bibe li ti deveran nehatibe belavkirin û beşdarî ti pêşbirkan nebûbe.
- Pêwist e helbesta beşdarî pêşbirkê bibe ji DEH (10) malikan ne kêmtir û ji PÊNCÎ (50) malikan ne zêdetir be.
- Pêwist e helbesta beşdar berî 1ê Avdara 2022ê bigihêje destê HRRKê.
- Di 29ê Avdara 2022ê de(ROJA JIDAYIKBÛNA JANÊ XELEF) dê HRRKê, navên xelatgiran, li navenda xwe, di komcivîneke çapemeniyê de, bo raya giştî ragihîne û piştî ragihandinê dê di ahengeke taybet de zirx û nirxên xelatê radestî xelatgiran bike.
- Helbestvanên ku di (Yekemîn Pêşbirka Helbesta Kurdî Ya Ciwanan) a sala 2021ê de hersê astên xelatan wergirtine, nema dikarin beşdarî vê pêşbirka 2022ê bibin.
KESÊ KU DI BEŞDARIYÊ DE MERCÊN JORÎN PÊK NEYINE BERHEMA WÎ/WÊ DI CIH DE PAŞGUH DIBE Û BEŞDARÎ PÊŞBIRKÊ NABE..
PÊVEKÊN PÊWÎST:
- kurtejiyan. Navnîşan. Jimarên telefonan. WhatsApp û Ê.mail.
- Pêwist e yê/ya helbestvan kexezekê binivîsîne û tê de soz bide ku helbesta şandiye pêşbirkê ya wî/wê ye û li ti deveran nehatiye belavkirin û beşdarî tu pêşbirkan nebûye..
- Pêwist e yê/ya beşdar sûretê nasnameya xwe bi helbestê re bişîne.
NIRXÊN XELATAN:
- Xelata Yekem: 500 Dolar e.
- Xelata duyem: 300 Dolar e.
- Xelata Sêyem: 200 Dolar e.
HELBESTÊN XWE, KURTEJIYAN Û PÊVEKÊN PÊWIST BIŞÎNIN VÊ NAVNÎŞANÊ:
MOBILE Û WHATSAPP: +963 (0) 954 770 104
FACEBOOK: https://www.facebook.com/hrrk.rojava.3
MALPER: www.rojava.net
KOMÎTEYA ÇALAKIYAN A HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ(HRRK)
Qamişlo. Navenda HRRKê: 01.01.2022
Thanks.