DAXUYANÎ: BO KEÇ Û XORTÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
Bi mebesta berfirehkirina qada Kurdiyê û bi mebesta vekirina asoyên nû li ber derbirîn û nivîsandina bi Kurdî, her wisa di çarçoveya geşepêdan û piştgiriya nifşên nûhatî bi taybet ciwanên Rojavayê Kurdistanê da ku li zimanê dayikê xwedî derkevin û gorepana helbesta Kurdî bi afirandin û dahênanên xwe bixemilînin, Fonda Janê Xelef bi hemahengî di gel Toreya Vejîn biryar wergirtin ku salê carekê alîkariya #Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK) bikin da ku ”Pêşbirka Helbesta Kurdî Ya Ciwanan” berdewam bike û di 29ê Avdara salê de ku roja jidayikbûna çalakvana kurd Janê Xelef e xelatê ragihîne û sê helbestvanên ciwan ên behremend xelat bike.
Em ji boyî serkeftina (Yekemîn Pêşbirka Helbesta Kurdî Ya Ciwanan a sala 2021ê) HRRKê û jûriya xelatdayînê spas dikin, bi hêviya ku pêşbirka sala 2022ê bi heman coşê bigihêje armanc û mebestên xwe.
FONDA JANÊ XELEF
INGILISTAN: 30.12.2021
