EHMEDÊ HUSEYMÎ: HINASE

Li ser devê sînoran, pêrgî hinaseyên dayika xwe dibe, hinaseyên tirsa mezin û koçberiya mezin û têkçûnên mezin ên nexşeyên dilên Zagrosan û reşbelekên ji kevir ên dilên dîrokê ..
Li ser devê heman sînoran, çîrokên mirinê dipijiyan, xwîna kesk a buharan diçurisî, ferhengên şevistanan bê peyv diman, reşgirêdana berfê dilerizî, nehwirînên balindeyan û bîranînên barûd û singoyan vedixwar..
Li xwe dinêrim, li wan dinêrim,
Çavên wan girtî, darên wan tijî stêrkên vemirî, hêlanên wan vala, çemên ku ji dilên wan diherikin zuha, zeytûn helbestên talanê dixwînin û serkaniyên Waşokaniyê çavên girî ji min didizin..
Ji dûr ve, nizanim ne dengê min e ne jî dengvedana hinaseyên dayika min e,
Ji şevê re kirasê berbangê didirût,
Ji komkujiyê re dara bîranînê diçand
Ji tawanê re pirtûka zer amade dikir û ji dilê dayika min re jî; sîberên birîndar ên bajarên xewnê, pêlên girî yên ku ji deryaçeyên mayinan diherikîn û tiliyên qederê yên ku rûpelên pirtûka sînoran, yeko yeko, diqulipandin..
Li xwe dinêrim, berê çîrokbêjan ber bi tofana Şingalê ve dizîvirînim û li ser zikê Efrînê govenda agirperestan li dar dixînim.. li te dinêrim û nema şewata giyanê xwe ji agirê sînga te diparêzim.. asoyên kenê xwe bi dawî neke, stêrkên eniya xwe bi ser darbesta min de daweşîne, hespên xwe di cirîda bêrîkirinê de hînî sersomiya bajarên xatirxwestinê bike û çirayên xwe yên ji ayetên riziyayî di axa helbestên min de veşêre..
Li ser devê sînoran, destê dayika xwe bi tenê dihêle, ber bi cihekî bilind ve difire, êşa xwe bi xwe re ber bi aliyên bêhûdeyiyê ve dibe, çiyayên xwîna xwe û rêçên şînîgiriya xwe û daristanên rondikên xwe û asîtankên bendewariya xwe bi zimanê dayika xwe dihejmêre,
li hinaseyên dayika xwe dipirse,
Li hinaseyên Dewrêşê Evdî dipirse
Li hinaseyên qiblenameya evîna min û li hinaseyên hinarkên dadayî yên Rojavaya hinaseya min dipirsin…
Qamişlo
10.Gulan.2021