SELÎM BIÇÛK: RÊWIYÊ RÊYA DÛR..!

Di tûrikê te de çend êş, çend keser man
Di rêwîtiya xwe de, tu çend caran mirî? Tu çend caran hatî jiyanê?
Ji kêleka Diyarê Felekê tu ketî ser rêyek bê dawî
Çima tu vegeriyayî? Hîn rê dirêj bû, hîn dem zû bû
Çawa te karîbû rêya mirinê bibirî û vegerî mirinê

Na hogirê rêyên man û nemanê, hogirê barên êş û janê
Tu nemirî, te em hiştin li nav mirinê û ji nû ve hatî jiyanê
Ma tê bîra te hogiro?
Di her gaveke me de, em deh caran dimirin
Her gotinek me mirinek bû
Û hin jî em direviyan ber bi tîrêjên jiyanê
Aram vegere ber bi koka hatina xwe
Aram pişta xwe bide êşa derbideriya xwe
Aram here hembêza Diyarê Felekê
Bibêje zindiyên wir; bila biborînin li me miriyên li vir
Em hemî rêwî ne, di rêyên mirinê de, mandî ne
Looo hogiro!
Ma şevên dirêj, li nav dûmana çixare û hilma qehwê te ji kê re li pey xwe hiştin?
Tu çûyî, em jî hîn li ser rê ne
Bimîne di aramiyê de hevalê rêya dûr
Bimîne di aramiyê de!