Narîman Evdikê: Pitpit

Dixwazim esîman ya min be ,yan jî herî kêm van stêrkan bidest bixim  .Ma ev stêrk hemû yên kêne dayê , ew pir xweşikin lê çima ewqasî dûrin  ?.

Dayê tevlî ku ne vala bû jî û kar barê malê li ber çavên wê wekî çiyayekî bilind bibû , lê dixwast hema xwe ji Zîlanê xilaske bilez bersiva wê da û got :

Yên esîmana ye û esîman jî pir bilinde keça min , ji ber wê jî dûrin .

Zîlan çavên xwe yên reş ku ji reşbûna şevê dizî ye girt û ket xeyalan , di nav xeyalên xwe de dilîst . Stêrt bibûn lîstokên wê, heyv bibû ronahiya şeva wê û roj bibû germahiya mala wê .

Li ser teqreqa dayikê Zîlanê çavên xwe vekir , bi vekirina wan herdû çavan ve ronahî vemirî , lîstokên wê winda bûn û duniya sar û seqem bû .

Zîlanê got :

Çima ewqasî esîman çav tenge . Stêrk ,heyv û hem jî roj ya wê ne tevlî wisa jî ew gelekî dûrin û destên min jî naghêjnê . Yadê çima tenê rw stêrkan nade min , tenê stêrk yaw ?.

Dayê rû liken bû ,lê dixwast wê rûkeniya xwe veşêre ji bo dawiya van pirsan bîne  , li keca xwe ya bicuk neherî û got :

Weleh keca min tu tiştekî ewqasî zêde naxwazî haa . Ezê stêrkên vê şevê û hemû sevên din bê  qurbane te kim kezeba min , ma stêrk çine ku ew nekevin destên te.

Gotina xwe bidawî kir û bû tîq tîqa kenê wê û ji ber keça xwe rabû .

Zîlanê di wê kêfxweşiyê de ma û li esîmanan nihrê û dest bi jimarê kir .

Yek , didu , sisê ….. na na ez şaş bûm , ezê ji vî alî de dest pê bikim .

Her ku wê dijmart  şaş didû û ji nû ve û ji alîkî din ve dest bi jimareke nû dikir . Ji vî alî xwe davête wî alî heta ku ji hal ket û bi hers çû cem dayîka xwe û got :

Ev saeteke ez stêrkên xwe dijmêrim lê dawî nayên û ez çima di hijmara wê de şaş dibim , nizanim !.

Dayê rûgeş bû û hem jî ofte oft pê ket û got :

Keça min ; tew bûn stêrkên te û tu dixwazî wan bijmêrî jî !!!

Keça min li boyî xwedê te serî û guh ji min xist hema îro pitpita te ye .

Zîlanê :

Yadê pitpit çi ye ?!.

KOVARA ROJAVA. Hejmara(3)an. Havîna 2020an

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *