FÎXAN HÎMO: ÇÛKO!

ÇÛKO! Deyne li ser darê
Xweş e navê buharê
Bik çîv çîv li her warî
Mêrg û kanî li wê xwarê
Bû solîn û daket jêr
Ev welatê bi xêr û bêr
Baskan veke li cîhanê
Wan awazan xweş bidêr
Tê hêlîna xwe çêke
Hîna buhar destpêk e
Wan qirşikan bid hevdû
Xweşik serdoran lêke
Çûko! Bifire bi hesanî
Gul ban dike tu kanî
Bê sînor e jîna te
Te ji mir mizgînek nanî
Mane ez û tu dost in
Ji te awaz û ji min hest in
Te ji xwer hêlîn ava kir
Hêlîna min tev xistin
Ê min ez mame bê war
Hêlîna min hate xwar
Ta hêlînek min çêkir
Birandin şaxik û dar
Kine dem buhar û gul
Xweş bixwîne wek bilbil
Ew qirşik tev te dan hev
Ê min ka bask û nikil
Bik şahî li nav baxan
Biparêze wan şaxan
Azadî pir xweş e lo!
Tu carî neke erzan
Mezin bik çêlîkên xwe
Bixemlîne dara xwe
Wan fêr bike asoyan
Li wan bike şîretên xwe
Ê min çûne kur zarok
Hewşek vala pîrebok
Tîpên ku min tev danîn
Sed xwezî mane lîstik
Çûko! Here bifire
Daristanek bê ser e
Keskesore li jora te
Ê min dûman û şer e
Çûkan heman li xwe bicivîn
Wan fêr bike çi ye jîn
Ê min li ser riya ziman
Dest zel’itîn tev bûn xwîn
Min got fêrbin kê guh da
Bê zanist û bê seyda
Ta pênûsek min dizî
Baranê li bela min da
Çûko! Here tu ciwan
Vaye pîrbûye Fîxan
Raza min bik eşkere