MELAYÊ CIZÎRÎ: DILBERÊ ÎRO SEHER

Dilberê îro seher

Avête cergê min du dox

Yek li sîne yek li dil da

Lew ji min tên ax û ox

Ah û oxên min ji dil tên

Lê ji ber tîra qizil tên

Yan ji kovanên di kul tên

Jê dizêt her xwîn û zox

Xwîn ji dil co co rewan tê

Wek ‘eqîq û erxewan tê

Lê ji dest selwa ciwan tê

Ew şepala şeng û şox

Ew şepala şox û şeng e

Kafira rom û fireng e

Dame ber cotek xedeng e

Zalimê kuştim bi dox

Zalimê kuştim şepalê

Nazikê qencê delalê

Bûn hicaba zulf û xalê

Îdek û ‘ala û tox

Netrik û tayên bi rîşî

Ê di zêr in pê ve wîşî

Min du fêris dîn di pêşî

Mirwet û insafi yox

Lew heriftim ez ji meylê

Şubhetê sehlê we seylê

Muhbet û ‘işqa di Leylê

Ez kirim yekser pilox

Dest nehêlim ez ji dînê

Şubhê Ferhad û Şirînê

Wer ji ber ‘işq û evînê

Min di rê çit ev kilox

Suhbeta çerx û sema tê

Wek Melê sed mubtela tê

Zemzem û ava heyatê

Muşterî sed şeyx û şox

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *