YÛNIS EL HEKÎM: RÊVINGÎ, BÎRANÎN Û MIRIN..

I

Dayika ko di rêvingiyekê de gazî min kir,

Bi keziyan û bi hinê xemilandî bû, dayik!!

Wexta ko min biryara hevdîtina di sîbera goreke

nêzîk de, wergirt,

ko min biryara xwe da,

li ser keviya şevekê bûm.

غ min mirineke rewan vexwend

dako xatir ji evîndaran bixwazim

Evîndarên ko min razên xwe

bê şerm

li nik wan hiştine.

Lê,tenê,

dilê ko bi ser zemînê de çemiybû

Ew dil, ey hawar!! Diya min bû.

Ew rêving jî, pêdivî bayekî ye

Bayekî ko ne di çeşnê wî de be.

Pêdivî pencereyekê ye,

pencereyeke fireh mîna rojê.

Pêdivî pûngeke şikestî ye.

غ piştî mirinekê,

pêdivî, da ko bibîne, pangaveke teng e.

Ew koçber

Ew mişext

Bêrîkirinê bi kartîne.

2.11.1996

II

Ji sala bûrî pêtir ji te hez dikim

غ aniha hewcedarî te me.

Da bi hev re li bexçan bigerin

Li ser evîna xwe ji te re bipeyivim

غ tu jî li ser evîna xwe..

غ mîna ko çawan me hevûdû dît

Em dîsa di xirecirê de winda bibin

Mîna ko em ji ti kesî reli ser evîna xwe nepeyivîne

Mîna ko em ji dayik bûbûn

Mîna ko aniha dimirim.

اendîn ji te re gotibin jî lê

pêtir ji te hez dikim.

غ hewcedarî te me

Mîna ko hergav li bexçeyanbi tenha xwe digerim

10.3.1997

III

Dema tu hatî min tu dinasî

غ aniha jî mîna destê xwe te nas dikim

Porê te sor e

غ rûyê te cejn e

Navê te belgeya evînê ye.

Min aniha te naskiribû!!!!

Dema tu ji îstgeha nêzî min

xatir dixwazî

غ wexta ko di îstgeha pêş de tu

nema vedigerî dîsa te nas dikim!!

Tu li pêşberî min û

ez jî di bagerê de rûdinêm.

Xwelîdankek û nîv pişk bo evînê

me bi hev re dicivînin.

Reng e, li esmanekî

Yan li odeyeke teng

gumlekê xwe bi xatirxwestin li ba bikim

Xatirxwestineke kevnare

Ko dê ti carî li îstgeheke ji bagerê neqewime.

Ji Erebî: Ehmedê Husseynî

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *