MIHEMED BÎJO : BI ZMANÊ TE DE VEGIRTÎ YE

Bo Siwar Bîjo
Nikarim awirên xwe dûrî derî bixnim; deriyê ku min nalîna hesin û gavên wî ji ber kirine,
Awirên min zuha dibin ; bi ser asîtankan ve dikevin
Her ku dûrî te dikevim dilê xwe ji te re dihêlim
Min rûyê te yê ku bi xênî re dimeşiya dît
Û giriyam.
Mîna yê ku xewnekê bibîne, bêyî ku tu kes bizanibe. reng hatin guhertin, sîberên ku berbangê didîtin min jî didît.
Ji boyî ku roj dûr nekeve û çav jî winda nebin min dîmen zeft dikir.
Min didît ku xanî bi min re dimeşe
Ku çawan kolan
Ku çawan dil di çeşnê birîndaran de dimeşiyan..
Xezalên ku di ber me re dibuhurîn
Sîberên bêrîkirina xwe di nav porê min de veşartin
Piçekî li pêşber min beziyan
Bi çav û gewriyên birîndar li min zîvirîn.
Li vir, kesên şarezayên girî tune ne
Li vir, kesên şarezayên xemgîniyê tune ne.
Xemgîniya min a bazê ku cara pêşîn dest ji hêlîna xwe berdide
Û tirsa min jî ya çûkê ku baz dibîne.
Hey bazo!
Tu bikîjan rexî ve biçî
Hevalên min hene
Çavên min bi xwe re bibe
Çêçikan netirsîne wek ku çawan giriyê mêran ez tirsandim
Û dema ku qehwedan û fincanên qehwê şkandin dîsa tirsiyam
Ax û xwelî bi ser serê xwe dakirin
Giriyan, pir giriyan
Mêran jî bi xwe re giriyandin
Girî dirêj nekir
Çunkî xemgînî ji gernameya rondikan xurttir bû
Ne bi bager û bahozan be
Ne bi yê ku berê karwanên min da wî alî be
sond naxwim
ez mir im
da ku di dawiya havînê de ax hişîn bibe
ez mir im da ku şînî min ji bîr bike
dema ku ber bi jor ve difirim
şopa perîkan li ser zemînê dihêlim
çewtiyên ku evîndaran pêkanîne
û zinar û tehtên ku rondikên mêran ew li pey xwe hiştine, radikim.
Piçekî li vir bimînin
Bimînin
Hêdî hêdî
Da ku çavên xwe ji kevirên bîrê tijî bikim
Da ku giyanê xwe ji zengilên berxikan tijî bikim
Girî pir dirêj nekir
Çunkî şînî ji gernameya rondikan dijwartir bû
Pişka min pişka xezalê evîndar e
Îro tu di çeşnê min de yî
Tu pir xemgîn î
Tu yê siberojê jî di çeşnê min de bî.
Dest ji sibehê berde
Dest ji wan baskên ku ji bagerê ditirsin berde
Û vê zemînê bi min re rahêje
Sirûdên min di nav destên xwe de bi min re hilgire
Esman nêz dibe
Ber bi windabûna xwe ya ebedî ve dilezîne
Û zemîn jî wek ku tu dibînî
Xwe bi ser nîşana esmanê te venagire
Mîna temenê min ji nav destên te diherike
Tu jî wê dibînî ku çawan dikeve
Ku çawan min jî bi xwe re dixîne.
Min hewl da hêjî bimînin
Min dixwest bi dengvedana xwe re bimînim
Ji hetavekê, ji sîberekê bêtir ên min bûn
Û ji xewnekê bêtir jî.
Dara te ya xurmê ez im
Tembînameya te ez im
Ev çolistan, bi kêfxweşî mîna mihrabekê li pêşiya min diçe
Li pey min jî xezal û balinde navê min dûbare dikin
Mîna ku rondikan dibarînin
Wek ku çawan westana mirovê xeniqî tê bîra avê
Wek ku çawan dudil e, li pişkekê , li rêberekî digere
Tê bîra min
Êdî ax serkeftinên xewna min ji bîra min a teze didize
Her ku çavên xwe vedikim, çavên xwe digire
Bi hêz û fedî vedike
Sîberên min didîtin, sîberên ku nedixwestin bêyî wan herim
Lê dudiliya min sar e, ne zelal e, kevnar û xemgîn e
Xirecira rêwiyan ber bi xaçerêyên bakur ve radikişîne
Û dengvedana êşê difiroşe
Mîna ku tune bû
Çavino! tîrên xwe piçekî sivik bikin
Li dora dilê min rêçên pinpinîkan binejinîne
Tu dîlgirtî nîn in da ku navê min bilind bikin
Da ku mîna şervanekî hosta rawestim
Û serfiraziyan li xwîna xwe vegerînim
Serfiraziyên ku tem û moranên spî bûn
Serfiraziyên ku dengvedan û şkestina rêwiyan bûn
Ji min re behsa min bike
Behsa rêvingî û sefera min bike
Dema tu bikaribî
Lê tu nikarî
Ez nexşeyên ronahiyê yên di nav çavên te de dinasim
U matmayîna navê xwe jî dinasim
Dema ku li ber hemû kêlan tê xwendin
Hetanî ku min giyanê xwe ji laşê xwe avêt
Ma dîmena miriyan ewqsî surdar bû
Ku rê nedida te tu çavên xwe bi zindî bigirî
Li min biborîne
Min çavên te bi mirîtî girtin..
Wergerandina ji erebî: Ehmedê Huseynî
KOVARA ROJAVA. Hejmara(2)an. Buhara 2019an