XOŞMAN QADO: DÎWAR, KOLAN, BÊCIRÎ Û GÊREYA HIŞÊ ME..

-1-

Di kolana mala me de, heyv lingê xwe ji bîr dike, tu kes lê naterpile, tenê kûçik piştî nîvê şevê wî parçeparçe dikin û her yek ji wan jî bi para xwe qayîl nabe; ne jî çavên wan bar dibin ku wan parçeyan li wê derê bihêlin, ji ber wilo, ewtewta wan bi xişxişa kişandina kîsan re vedimre. Dengê kûçikan bêhna min teng nake, belkî ew rastîya tewrî dirust e, anuha, nemaze piştî ku keherebe vedimre.

Êdî nema bawerî bi kolanên bajêr tê û ne jî ya wan bi kesî tê. Avahî jî kevzên hundirê xwe di merzîban de diherikîne jîyana lal; merzîb razên hişê tîbûnê ne, ji lew re serban avê ber bi wan de diherikîne.   

Li kêleka her malekê, xewneke nizm gazinê ji bilindahîya dîwaran dike, tenê pencere di rûyê çivîkan de digirnijî, tenê çivîk ji bilindahîyê tê digihaştin. Zarokên taxê bi bêcirîya xwe ya ne xweş, ew bilindahî li ser rûyê kolanê radixist; zarokan bi qasî gewdeyên xwe her tişt dikir pêlîstok û ji bîr dikir ku bilîzin. Kolanan jî bi tazîbûna xwe dilên zarokan dilerizandin, tenê kûçikan di hembêza wê de pal dida. Zarok û kolan cêwîyê hev in û dijmin in jî di heman demê de; yek ji wan têra xewnên ê din nake. Tenê hêlan bawerîyan diguherîne û pêlên jibîrkirinê her tim pirr dike, dem jî xwe mîna bûkekê di hişên zarokan de nazik dike û dibe şekir da ku di rojên cejnê de zimanên xwe pê xweş bike.

-2-

Di kolanan de, hişê xwe bipêçin, hemû wêneyan dawerivînin, wê asman firehtir bibe û rengê daran jî geştir bibe; heger bibe, xwe jî dawerivînin, bila kolan jî bi sivikbûnê hest bibin û bila bend ji mejîyê wan hilweşin.

Li kolanan, tenê dîwar nikarin xwe veşêrin; dîwar bîrewerîyeke teşqeleçî ye, ji berê ve dîwar li kolanên bajarê min, şanoya dekûdolaban bû; anuha jî dîwar cîyê herî baş ê mîzkirinê ye, lê bêhna axê bi barîna baranê re xweştir e tevî ku diherife. Rengê wê jî bedewtir e, çîmento tenê ji bo nivîsandinê baş e, ji lew re hişê me hişk e, xewnên me jî qalind in, dîwar têgih ji aso re nehişt, her wisa ji xwezayê re jî.

-3-

Dîwar qalind in lê tim li pêşîya zirzîya mirovan zirav dibin. Li welatê min, bawerî bi dîwaran jî nayê. Welatê min hişê dîwaran nas nake; an ku naxwaze di valahîyê de bigihêje, ji ber ku her tişt girêdayî naverokekê ye, di nav de jî dîwar; cangorîyên pêyên me yên xwas çaxa ku me dixwest em zaroktîya xwe vejînin, dibûn belaya serê me. Lê dîwar jî nema têra zaroktîya me dikin, ji ber ku ew jî bûn pêkerên qelebalixa hişê her mirovekî ku pala xwe daye wan.

Dîwar gazinên bêcirîya me ne, her ku em direvin, wêneyek ji laşê me diherike û em bi rûdêmên wî wêneyî dilukimin. Tu kes naxeyide û ne jî xemgîn dibe, çi ku dîwar nêrîna ciwanîya me ne.

Dîwar pişta me li kolanan rast dikin. Li ku derê dîwar hebe tu dikarî rûne û tu dikarî xwe pal bide jî, pişta te ji bayê ziwa hişk nabe; hişê te jî mîna qirşikan naweşe. Pişt rast e, pişt baş e, naêşe, dê kolan jî ji şopên bêdawî rizgar bibin, her wisa hêlînên peywanan.

Dîwar têra tiştekî nakin, tenê valahîyek e bo wêneyan, tenê gewdeyê sembolan pêşwazî dike. Durişmên li welatê min pirr in, dîwar jî nikarin berpirsyarîya gişan bikin, ev jî AZADÎ ye heger em bixwazin, an dê dîwar girê teşqeleçîyên me bigirin.

-4-

Xewnine tazî; xewnine tijî xewstek û bîranîn. Li kêleka dîwaran em rûyên xwe mîna rengê demsalê diguherin; reng li welatê min cuda ne mîna alayan, her rengek dilopeke ji kîna bawerîyê re û her dilopek kîneke ji hişê wêneyekî re. Wêne jî li welatê min bê wate ne, ne tim, lê xwedîyê wêneyê naxwaze ku di wêneyekî de bê civandin, dîwar jî nikarin rahêjin wî barî, lê em bi zorê wan li ser dîwaran radixin, belkî em jî tawanbar in di birînkirina dîwaran de.

Gazinên kolanan pirr in, ji lew re ew bêdeng in, nexasim çaxa ku em li çepikan dixin, kolan ne darê kemançeyê ne û ne jî noteya gavên me ne. Kolan jîyana malên me ne, jîyana naskirinê ne, tu carî kolan nebûne çavdêrên laşê min yê lawaz û ne jî karvedana şopên me yên çewt, kolan ew kolan in, lê ling dijîtîya hiş dikin çaxa ku dixwazim zirzîtîya xwe bikar bînim.

-5-

Anuha ez dikraim rahêjim xewnên xwe,

Anuha ez dikarim ji vî cîyî bar bikim,

Valahîyê û spîbûnê ji nav destên xwe yên lerizî

Dawerivînim.

Ma çawa em dê bidin dû şopekê,

Heger lingên me hîn di rêya malê de

Şaş dibin.

Ma ne em giş nevîyên şaşîtîyê ne, kî dadger e û kî çavdêr e, şaşîtî kurê pêlîstokên me ye, tu carî behane ji me nexewstiye, tim em her tiştî didin pêşîya wê, em zarokên şaşîtîyê ne, lê em li xwe mikur nayên, xwestekên me jî buhar in di kolanan de. Her kolanek çend dîwaran ji xwe re dike nûner û sîka wan ji hebûna xwe re dike nav; dîwar û kolan nevîyên şaşîtîya hişê mirovekî ne, lê ew mirov bi xwe şaşîtîya hebûnekê ye, ew hebûn jî mîkutê efsaneya vê gêreyê ye.

Her kes dixwaze li kolanê zirzîya xwe mîna Dara Miradê bixemilîne. Hêvî mîna terîşkan ji esmên diweşe, her kes li terîşka xwe digere, tu kes terîşkê nabîne, kolan jî bêdeng e, tenê dîwar rengîn dibin; kî li dîwêr dinêre, kî dizane bê dîwar çawa xemilîye.

Li kolanan, kes li bende kesî namîne, tenê bêhna gavên me xwe mîna buharê belav dike. Dîwar ne koleyên kolanan in lê ew hîmên hebûna kolanan in; jixwe ev e ya normal. Ji lew re, bê dîwar, kolan firehtir in, dîwar pehntir in bê kolan, her du jî dijminên hebûna tiştekî ne, lê bêyî ku zanibin.

Çi qasî em westîyayî bin, dîwar pişta me digirin û diparêzin, her wisa kolan jî, lê nizanim heger ez ê karibim wan biparêzim, ev yek ne sûcê min e, min jî dixwest ku her du aram bin mîna rezê mêweyan.

Bila em bikenin, bila dîwar jî bikenin, ma bêhna kê di kolanan de teng dibe, em giş sawîrên dîwar û kolanan in, lê tu kes hay ji gewdeyê xwe namîne, ne jî ji rûyê xwe.

-6-

Her kes li bende poxê kevnartîya xwe ye lê tu kes li bende poxê hestên xwe namîne; pox dîwar û kolanan ji zexelîyan paqij nake. Pox tovê poşmanîyê ye çaxa ku her kes li hestên xwe guhdarî dike. Bila tu kes ji hestên xwe cuda nebe û ne jî ji poxê xwe, hemû hevparên xapandina kolan û dîwaran in, çimkî pox şaxê herî nazik ê mêjîyê teyisandî ye.

Dîwar kesî naxapîne, tenê em li pişt wan, tepûrîbên xwe dikin, kolan jî me hembêz dikin lê nizanim çima stêr xwe li devê rêya me radimedînin, stêr naçirisin, tenê kolan dixwazin ronîya wan dîyar bikin. Çirisîn li welatê min ne qedexe ye lê tarîbûn dihêle her tiştê ku ronî bike, bibe find; ev jî normal e. Ji lew re, dîwar bilind dibin û kolan jî dirêj dibin, her tişt pîvan e û her tişt jî landika hebûna xwe ye.

Kovara Rojava: Hejmara 1ê, zivistana sala 2019ê

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *