IBRAHÎM ŞIHAB: AWAZÊ DILOPAN

Ewrên bêzar
Di bêdengiyek bêzarî de
Derbas dibin
Çûkên dilbijok
Bi baskên westiyayî
Derbas dibin
Destê diya min
Yê şilkirî
Bi ava destnimêjê
Berbangên zuha
Şilnekirin
Perwana ku bavê min
Bi şaxê dara berwê ve girêda bû
Çûkan ew ji xwe re
Kirbûn lîstok
Di moristana gêrikan de
mîrê wan
şîret li wan dikir
Hayê we ji genimê we hebe îsal
Zivistaneke xav
Mehên xwe jibîrkirin
Di bêrîka asman de
Payîzxêrkê
Tûrê parsê avêtiye milê xwe
Hechecîkên reben
Qirşik di devê wan de
Riziyan
Serma nameyên kesk
Ji mijê re rê dike
Darên tazî
Ditirsin ji bivirê darvaniyan
Lalîk û peyalên me
Bêriya awazê dilopan kirne
Tevzînokan warê xwe barkirin
Ji destê gundiyan
Yên vekirî û şilkirî
Bi xwêdana hêviya wan
Ta binefşên cavê wan
Pelê xwe weşandin
Û destê wan yê gincirî
Gazinê xwe kirin
Xaka me di himbêza xwe de
Libên genim dilorîne
Bi gulpitkên werimî
Û bi dengekî kelo girî
Dilorîne : baran ey hevalê sermedî
Bê te jiyan termek bê giyane
Bi çavên qerimî
Li esman nerî
: te bi tayê baranê
Kirasek rengîn ji min re
Di hûna
Li bejna min dikir her sal
Lê îsal dikim û nakim
Bi pîna gewdê xwe
Venaşêrim
Digerim
nagerim
Gulekê li ser sînga xwe
Nabînim
Digerim
nagerim
Ji
pêvî
rêwiyên
tî
mina
xwe
nabînim ..
Kovara Rojava: Hejmara 1ê, zivistana sala 2019ê