KEMAL NECIM:MEMÊ ALAN JI XEWNÊ VECINIQÎ

1
Ev asîman çiqas bêdeng û pêjn e.
evîn xewn e,
xewneke sivik e,
ji vedenga firîna pepûleyekê jî siviktir e.
Memo ditirse ji nişka ve ji xewnê şiyar bibe.
hişyarî demsala mirina evînê ye.
bila her xewn be ew çîrok.
2
ev asîman çi qas bêdeng û pêjn e,
bêdengî çîrokeke dirêj û xemgîn e,
bêdengî helbesta Xwedê ye,
evîn Xwedayekî bêdeng e,
çîroka wî dirêj û xemgîn e…!!
3
Ev asîman çi qas bêdeng û pêjn e,
Ev şeva, ji rêya kadizan tarîtir e,
dilê min dibije parîk tava heyvê,
dibije hilmek bêhna beybûnê,
Ev şeva, ji tenahîyê jî sartir e,
dilê min dibije helbesteke germ,
û ramûsaneke bi çêjia tenahîya sar,
vê şevê dilê min dibije te….!!
4
Ev asîman çi qas bêdeng û pêjn e,
dibe tu nuha mîna kulîlka binefşê razayî be,
ez li benda parîk tava heyvê hîna şiyar im,
zîq li wêneyê te dinêrim,
min dixwest bêjim:
ev kirasê binefşî te li bejna xwe kiriye,
dirûvê helbesteke rengîn dibe,
ya rastî tu bi xwe çaxê ku radizî, dibî helbesteke evînê ya rengîn
ku kirasekî binefşî li bejna xwe kiriye.
5
Ev asîman çi qas bêdeng û pêjn e,
bêhna te ji vê şevê tê,
bêhneke kesk e.
6
Ev asîman çi qas bêdeng û pêjn e,
dengê te bibihîzim, vê şevê, hema peyvek be jî,
dibe ku xewna min siviktir be…
dengê te bibihîzim, hema peyvek be jî,
dibe ev çîrok ji xew-nekê rastîtir be…!!
7
ev asîman çi qas bêdeng û pêjn e,
Memê Alan ji xew-nekê veciniqî…!!!
Kovara Rojava: Hejmara 1ê, zivistana sala 2019ê