CANO ŞAKIR: BERXWEDANA SERDEMÊ

Ji bo Berxwedana Efrînê
Daristanên te hêlîna şervanên rojê ne,
Esmanê te baskên hêvîya serkeftinê ne,
Qêrîna dayîkan sirûdên azadîya te ne,
Dergûşên te sitiranên cenga xîretê ne,
Serî hilde Efrîn îro tu hebûna me Kurda’ yî,
Serî rake Efrîn tu lêdana dilê milyona’ yî,
Serî hilde Efrîn tu hêvîya xewna ya sala’ yî,
Serî raka Efrîn tu pirtûka çerxa vê demê yî,
Zarokên te îro,
Hespên serkeftinê li qadên te dibezênin,
Sitiranên berxwedanê bi tîpên sor dinvîsînin,
Bejna xwe bi pelên zeytûn û hinaran dixemilînin,
Sibehên te bi xunava peyvên pênûsê av didin,
Xemla şervanên xwe bi girêdana Kurdaxî girê bidin,
Efrîna min!
Destanên çîrokên xwe li ser dîwarên berxwedana serdemê bikole,
Sînorên agirê peyvan di rûpelên dîroka zêrîn de tomar bike,
Sîberên ji efsaneya kenê Arîn Mîrkan bi kezyên keçên xwe re bihûne,
Efrîna hêvî û xewna salan!
Nîşan û rengê ji kesk û sora xwîna şehîdan,
Pir û sitûna yekbûna Kurdan,
Sitêrka çerxa zêrîn li esmanê xwedawendan,
Zevîyên deşt û çîyayên xwe bi tovên ji keska xwîna şehîdên xwe lê bireşîne,
Dengê qêrîna dayîkan bi Hewlêrê bigihîne,
Hawarên zarokên xwe di Mehabadê re derîne,
Tîrêjên roja azadîyê di asoyên çavên Amedê hilîne,
Çerxa serdema Rojava guhê hemî paytextan de pê bihesîne,
Efrîna minê!
20. 01. 2018
Kovara Rojava: Hejmara 1ê, zivistana sala 2019ê