AZAD EKKAŞ: QEHWEYA QIZWANA AZAD

Min ji keçikeke Mehabadî re perçehelebestek nivîsî. Wek her derencameke têkoşînê ya ku em bi wêje û hunerê bi nav dikin, dawîya dawîn berhemhîner ji xwe re, ne ji gel, welat û yarê re dinivîse.

Ji kengî ve wê gîyan vedizandiye sîvanokeke nîvê buharê?

Belkî da ku di heyamên hêrandî de,

dev ji darên kewzanê berde,

nikilê xwe li bîhokên ķerik bide,

û bi sivikayî, şahberûyên sivoreyan bidize.

Belkî Mehabadîyê zanîbûya ka darê kewzanê çi ye, lê ma dê ji ku zanîba nêçîrvanên Çîyayê Kurmênc ne tenê zanin dengê çivîkan zarve bikin. Lê hîn zanin ka ew çi qasî ji libên qezwanê hez dikin û loma kozikên xwe nêzîkî dara nermikê digirin û li benda sîvanok û tîtikan bi sebira deryayê dimînin. Dîmena ha ji xeyala min naçe: Sîvanokeke mehabadî li ser çiqilê dara nermikê ye û naşîyekî Efrînî di bin de xefka xwe vedaye, lê yê ku ketiye xefkê ez bûm. Behsa evînîyê nakim, qala laşê Qazîyê komarê ku ji sêdarekê ve hêl dibû nakim û çêla teyrên dojehê yên kirêt ên kewzanistanên Efrîna wêran kir nakim. Xefka min qezwan bi xwe bû û tayên xefkê yên tenik û ruhnik xwenasîna rêbiwar û akincî tev nasnameya komî û ya kesanane bûn.

Dara nermikê ya ku hûlikên qezwanê çêdike, li ba me li Efrîna Rojava zehf e. Bêtir li devera Raco a çîyayên bilind li Bakurê Efrînê heye û her weha li Çîyayê Hewarê. Wek navlêkirinê, li gundên Çîyayê Kurmênc(Çayê Kurmêc) bi şêweyên cuda tê bilêvkirin: Li deşta Cûmê Kewzan” e, li Çîyayên Şêrawa “Qizwan”, û li gundê min Qermîleq û li Lêçeya ber pêgehên Amanosê, “Qisan” e. Ji nava êlên daran ew meriva dara fistiqan tê. Ji xwe ev fistiq li Efrînê ne fistiqa Entebî, ne jî ya Helebî ye; ew fistiqa Çîyayê Reşa (Çayê Reşa) ye. Xelkê Efrînê kêm ji qezwanê tiştekî bo vexwarinê çêdike, li hin gundan çayeke zelal jê çêkirin. Li alîyê din ê sînor, bavê min ji min re got ku li Îslehî wî li qehwexaneyan bi vî rengî vexwaribû. Min weha venexwariye, mîna piranîya xelkê Efrînê ew libên hûr ên bêtir lajiwerdî kêmtir sor û mor, min ew sorkirî, wek çivîkan tek tek xwarin. Bera han bi xwe bi dohn e, loma dema sorkirinê tenê piçek şoravkê tev lê dikin û li ser sêlikê bi xiştîneke lorîner tê sorkirin. Ji ber ku bi xwe çîkî tirşik e, encam çêjeke giran a derbasok e. Loma ji berîkên zarokan û maseyên mizeyê yên ereqvexwarên dilsoz kêm nabin. Bikaranîneke din a qezwanê heye, ew wek keresteyeke sereke dikeve texlîta caterî û gelek beharat û çerezên din û di ber zeyta zetûnê re û bi nên tê xwarin. Nên dixin nav zeytê û dûre parîya nên bi saya zeytê hema çi ji beharatan hilgire sihet xweş.

Cara yekê min qehweya qezwanê vexwar, sala 2013an li Amedê bû. Hingê, garson li Xana Hesen Paşa nas kir ku ez ji Rojava me, dev ji Tirkîya xwe ya lewend û rewan berda û bi Kurdîyeke şoreşgêr a piçekî giran a bi dûvê peyvan digirt pêşnîyaz da min ku ez “tiştekî taybett vexwim”: “Qehweya Kur-ddî”. Nav bi min ecêb hat.

– Çû bû hev? (“Ev çawa çêbû” bi Efrînkî) Ma qehwa Kurda heye?

-Errê… Qehweya menengîîc.

– Keke menengîça çi? Lo weleh bi Tirkî nizanim, de bila be, ka bîne!

Û ev bilanîya han bû û qehweya me hat. Xuya bû ku şîr tê de hebû. Hema berî tu wê vexwî, tu ferq dikî ku ne qehwe ne jî Kurd jî tê de heye, lê hema bêhneke xweş jê dihat. Ji gulpa yekê min tê derxist ku ev ‘keleqehwe’ dê xwe ji min re bike hevrê. Ma çêja daran û rengê wan, ma bêhna zeytên bêhnxweş li zimanê min -ezmanê dev-, ma di kunên jorîn ên poz re li her du alîyên ber çavan û ku bi jor de li ser mejîyî vedibin bi rengekî nostaljîk çawa veda. De îca min nas kir ku ev menengîç qezwana me bû ne tiştekî din e. Şîr rûyê qezwana reşîqemirî sipî nekir, lê piçekî rengê karemêl dabûyê.

Min textê sendelê wek pixare şewitandiye û di taseyên text ên bidestik de bîraya xwe vexwariye û di ber re mizeyên xwe ji teyfikên têxt jî xwarine û di xanîyekî de jîyame ku hema ser û bin textik bû. Lê ev yekem car e ku ez bi bêhnxweşîya têxt li ser zimanê xwe dihesim û zeyta wî ya firok pozê min ji binî û bi paş çavan ve dadigire. Çêj ne ewqasî xurt bû, lê hema hema hino hino cihê xwe digire û girt.

Ez vegerîyam Başûr. Hingê ez li Hewlêrê dijîyam, meseleyên nasname, kesayetî û xwepênaseya Kurdî gelekî di mejîyê min de dikir zîngînî. Ne tenê şirîtên mirazan li ser çiqilên vê darê tên alandin, di warê sembolîzma berxwdêrîyê de, Biraderê sitranbêj ê rîsipî, dema ku Şehîdek Bênav bû, tirba wî ne xuyayî bû û xwest navê xwe bike mayînde, wiha kir: “li ser darek qezwanî min navê xwe kolayî”). Min nizanî ev qezwan dê bibûya mohreke min a taybet an jî divîyabû bêtir bibûya mohreke li ser sînga kesayetîya kurdînîyê tev de.

“Ne ramûsana keçikeke di şahîyekê de dereng bixîne ne jî vekirina şûşeyeke wîskîyê”, wisa xuya ye ku Ernest HEMINGWAY hogirîya wîskîyê û ramûsana keçikekê di heman asta girîngîyê de didît. Charles Bukowksi, nivîskarê ku kesayetîyên kurteçîrokên wî biçêj û bêçêj sarincokê vedikin û radihêjin bîrayeke zemherîr, ew diçû barên herî xirab da ku qet nebe li wira bê kuştin, lê li talîya her carekê tenê careke din wek caran, serxweşbûn ne ku kuştin bi destê wî diket. Vexwarina wî ya hevyazkirî boilmaker bû qey piçek bîra li wîskîya HEMINGWAY zêde dibû û koktêla wî dihat holê. Oscar Wilde jî ereqeke ansonê ya herî xurt vedixwar. Qey ji rojên şeraba homa û meya Xeyamê, şervanî, nivîsarî û ruhanîyet bê alkoholê nedibûn. Lê hema nuha eyn çawa çay û qehwe di çanda Kurdî de bingehîn in û çawa ku nivîskarên Bakur bi giranî behsa çaya “qeçax” dikin û yên Rojava behsa çixare û qehweya xwe dikin, êdî çima ev qehwya bêqehwe, ev zirqehwe nebe mohreke Kurdî ya taybet?

Li beşê navxweyî yê Zankoya Kurdistan-Hewlêr UKH, pencera min a fireh û balkon raserî Wezareta Ewqafê bûn û hema ji dûr ve alaya Kurdistanê ji ser Parlemanê bilind dibû. Min li wir bi çend hevalên xwe yên zanîngehê qehweya han da vexwarin. Ji Xanqînê, Sineyê, Colemêrgê, Barzan heta bi Behdînan ve, bi kurt û Kurmancî wan jê hez nekir. Êdî feqîro qezwano cihê xwe di xeyalên min de, di nava pênaseya neteweyî de hinekî winda kir, lê her cihê xwe yê taybet ba min li ser asta şexsî winda nekir.

Ji berî wê, di bin tehreya Hewlêrê de taya helbestnûsînê li serê min dabû, lê hevrêya min a nivîsînê bîra bû. Heta piştî çend salan dema ku dewr û dewran ez gihandim peravên çemên Nîdda û Maynê li Frankfurtê, mey sor û sipî, ne ku rozêya tehmsar, cihên xwe li kêleka bîrayê xweş kir. Qehweya qezwanê nebû vexwarina rojane, ew ma wek vexwarineke taybet a beyanî û berêvarên taybet.

Navbera qonaxa Frankfurt û Hewlêrê, dema ku min bar kir Sitenbolê, min dît ku Tirkan zirqehweya min di bin navê Menengiç Kahvesi de wek her tiştên Rojhilata Navîn û Belqanyayê ew ji xwe re kiriye mal û ku li gelek deran bi vî şêweyê xwe tevî şîr tê çêkirin. Ji xwe li Tirkîyaya îroyîn qezwan bêtir li deverên Kurdistanê bi awakî xwezayî şîn tê. Rast e ku min ji xwe re got: “ma li vê maye, ma çi ma û endazyarên nasnameya Tirkî dest nedanîye ser?” Lê tiştê bi nêrîna xelkê hêjayî dizîyê ye dihêle ku mirov bêtir bala xwe bidê û xwe lê bigire.

Di rêwingîya xwe tevî de, min û qehweya qezwanê hevdu rehet nedihişt. Erê rast e ku min di ber şîrqezwanê re her tişt ceriband û bêtir min dît ku ne luqum, lê çerezên giran ên neşorkirî pê re xweştir in. Findiq, behîv, kestaneya kelandî, kajo û hetanî makadamyaya Awustralî jî, hema sorkirî, ne şorkirî bin bi xûyên xwe yên nêzîk textên daran, bi bardoxên xwe nava textên daran û meyweyên wan, bi wê zeyta xwe ya veşartî, ew çêjeke temamker ya jê nedûr didin zirqehweya han, mîratgira malbata fistiqan.

Ê? Me hevalxurînî[1] peyda kirin, êdî ma çi? Heval hat lê xurînî yan jî ez bibêjim vexurînî bi xwe ma. Berî her tiştî daxwazeke min hebû: Ka min ev şilavî derbasî cihana alkoholê bikira, dê çi qas xweş bibûya? Min ne alav, ne derfet, ne darên nermikê yên berdest hebûn da ku ev libên bizeyt tirş bikim bo meyandinê, an jî wan bikelînim, bikim ruheke firok û dûkela han dîsa vegerînim bardoxa heyînan û aveke nû ya jîyanê jê biafiranda û di şûşeyan de mîna cinên dewranên berê hebs bikira. Min digot heke ereqa qezwanê hebûya, dê helbet wek ereqa pastîsa Frensî rengkaramêlî û bi ansona bêhnderbasok û piçekî tarîtir bûya. Qey li hin alîyên Azerbîcanê qezwan di demên kevnare de diket çêkirina meya rezan, lê de ka aqilê wî zemanî. De heta Xwedê îlham bide hin Efrînîyên me yên ku ji zû de dest bi tirşkirina tirîyên rezên Erfînê kiriye lê hîn dest neavêtiye ne namûsa qezwanê, ne ya cehê bîrayê. De heta hingê… Xwedêyê homayê kerîm e.

Ez bi xelkê nikarim, ez bi xwe karim. Êdî da ku ez qezwana xwe derbasî cîhana alkoholê bikim û kerektera wê bi sîma û rûxsar bikim, min divê ku ez hevala levçeliqînê jê re bibînim. Ka lîkora findiqan dibe yan jî Irish Cream? A findiqê zû bi zû ji pêşbirkê hat der. Çima? Lîkora findiqê xav e û ezperest e. Cihekî xwe li derveyî nava çîkolatayê, şîr û krêm, nîvişk û qehweya tavildanîde nas nake. Irish Cream bi wê tîrbûna krêmî û rengê şîrçîkolateyê, ew û qezwanê min bê deng û bê teşqele li hev kir û hetanî şûna şîr girt. Qezwanvexweran ji giranîya şîrê li ser mîdê vedihesîne. Ji xwe şîr bi qasî ku ketiye her vexwarinekê, êdî resenîyê dikuje. Da ku bêhna berên mêweyan têkevê, min ji bêhnxweşîya malbata narincan xweştir nedît. Lê min xwest ku ev tam li ser pişta alkolê bifire. Loma min lîkora pirtiqalokên piçûk, kumkuvat xistê. Bandora wê zêrîn bû. Tam rakir asta çargavîyê. Lê ez ê ji bo zirqehwbûnê bikim çi? Çareya qehweya sexte çi ye? Hema çareya vê hêsan e; piçek qehwe meseleyê xerab nake. Min hin deng û rengên din tev li dîlanê kirin, bû dîlana şeş heft qorî û qezwan ji nû ve vejîya, bi bercesteyeke şilavî ya têra xwe tîr e, bi rengekî xwezayî yê textan û bêhna nostaljîk a ku bi xêra alkoholê bûbû gîyanekî hilmdar. Êdî bûbû heyberke hêjayî navlêkirinekê.

Dema mesele tê ser navlêkirina alkoholîkan, afrînwerî bê sînoran e: Ereban ji meyê re digot Sorikê (sehba). Marîya xwînmij heye (Bloody Mary), kokteyla çêleka dîn jî heye. Lê ka em li navekî biaqil bigerin. Selîm Berekat ji ereqê re digot: Gîyana sipî, dîla bêhna ansonê. Qey anson bavek û lanetek e bo gelek vexwarinên alkoholîk e ji ereq, tsîporu, soma û ozû bigire hetanî bi pastîsa Ferensî ve here. Di ber qezwana şilavî ya nû vejîyayî de hat bîra min ku çawa Mehmûd Derwîş ji Selîm re digot: “û nuha tu azad î, hey kurê xwe yî, tu ji bavê xwe azad î û ji naleta navan.” De bila qezwana min ji bêhna ansonê azad be, ji naleta sipî ya şîr, ji naleta dagirkerên qezwanistanê û bila bi saya alkoholên dubendî bibe azad, bila navê azadîya şêrîn xwe bike kêleka qezwanê, bila hişyarbûna qehweyê jê dûr nemîne, bila xayîsbûna alkoholê canan bike mest, bila ew bibe Qehweya Qezwana Azad.

Kesayetên Şanoyê:

Qezwana hêrandî        2 kevçîyên piçûk

Sîropa karamêlê

an jî benîşt (mastîka)  2 dilop an jî sisê di dîmenên dawî de tiştekî wek şekir lê ne şekir tîne bîra temaşevanan. Mastîka razbar bi xwe çîrokek e, lê hema degmen û buha ye.

Lîkora pirtiqalokên zêrîn ên kumkuwatê,       Tevî ku zû bi zû peyda nabin, pirtiqalokên zêrîn ên kumkwatê yên piçûk û hukimdar bêtir rewanîya kesayetan bi navbeynkarîya xwe dixe barûdoxeke semyan. Nebin jî, lîkora pirtiqalê yan jî/tevî qaşilên wan hema çi ji wan tê di vî warî de dê bi camêrî bi erka birayên xwe yên piçûk rabin.

Qehwe                         ½ kevçîyê piçûk an jî ¼ qehweya tavildanî, çendî ev kesayet bi hêz be jî, hindî nabe ew xwe bike nav çavên bîneran.

Darçîn                         çermê daran li vê şanoyê tê lê hema ne hêrayî be.

Irish Cream                 li gorî daxwaza kesê li hember, ew xwe dike ber. Ji xwe eva zimanbîyanî her kes pê nizane.

Puxteya Şanoyê:

Bê dua û peranewa lê bi hêvî û tiralî, her du kevçîyên qezwanê derdikevin ser dikê. Çimkî lehengên şanoyan xwe bi reng, bêhn, qîyafet û bi karîzmeya xwe îsbat dikin. Ew dikevin cezweyê û bi piçek ava sar re dihelin û tên helandin. Dirêjîyê bi monologa xwe nadin. Qehwe û perçekî darçîna qelaştî bi dû dikevin û dûre pev re tên kelandin û di nav re bi kevçîyê derhîner xweşik lev tên xistin hetanî qezwan têr gêj bibe û razên xwe berde û rengê xwe vede. Hingê li ser dikê coş bû kelîya û kef bi dêv ket, agir bin dîmenê kêm dibe û hêdî hêdî kesayetî tevlihev dibin ditehmijin û di nav re carinan destê qederê wan lev dixe, nemaze dema kef bi ser wan dikeve. Çend kel pê dikevin agir vedimire.

Dilopa ava kulîlkan tev lê dibe û heke bîner bêtir dawa şêrînîyê bikin, piçek şekirê esmer ê şewitî û helandî anku keramêl pê re û bi me re xweştir diponije. Mastîka ji hemîyan bêtir dîlanê xayîz dike.

Di fîncanên piçûk de wek qehweya asayî tê dagirtin. Li her fîncanekê Irish Creamê wek mêvanê derenghatî li gor daxwazê zêde bike û hema di pey re ava pirtiqalî ya kumkuvatê îmzeya talî lê dike. Vexwarina biaheng ji gulpa yekê ya germ dest pê dike û bi bêhneke fireh bi gulpeke sar diqede. Anku ew ne çaya ku gewrîyan germ bike, bêhtir ew dîwarên dev, gewrî, mejî û xeyalê zeft dike. Di ber re piştî dîmena dawîn çerezin neşor wek findiq, kajo, gwîz, behîv û makadamya hemî derdikevin ser dikê. Da ku mirov heqê qezwanê ji bîr neke, nîv mistek qezwan di ser çerezan re bireşîne. Hem rengê tirkuwaz qehwerengîya çerezan dişikîne, him jî delîveyê dide qezwan bi xwe di şanoya xwe de wek xwe anku ´azad´ amade be.

Noşîcan û xweşî gîyan be. Îca çixarekêş tenê man da ku ji me re bibêjin dûmana titûnê çi ji morana qezwanê fêm dike. Lê dawîya dawîn, heke ji we hat û we çend malikên helbestan di ber re xêz kirin, bawer nakim ku kesek bixeyide, bixeyide jî, dê ne xema qezwana azad be.


[1] Hevalxurînî: Tiştên di ber tiştekî sereke re tên xwarin, مقبلات

Kovara Rojava: Hejmara 1ê, zivistana sala 2019ê

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *