KAWA ÎSA: ÊŞ

Hine dikî tîpên helbesta’
Ew keçika rind û perî
Keçek geh heye, geh tune ye
Sawîr e û geh jî bawerî
Wê derbas kiriye ew hêlên sor
Şikandî kilîta derî
Canê wê j’canê min ducan e
Qeder dergûş ji ber birî
Ramanê wê j’qîzanî dixî
Ew ramanê mi’ yên mirî
Sozdana me her şev li ezman
Hestên me j’ me re rêberî
Sitêran bi biskê wê didrûm
Li newqa wê xweş kemerî
Firiştek qefilî li coşa
Wê bîna me tim digerî
Di tarîya şevê de bi dû
Wê şopa me heyv koçerî
Ewr textê guneha me ye
Bo me buhişt, dojeh şerî
Ew ezman jî ji ber razên me
Bi kenîn û geh bi girî
Ne xweh û ne biratî ye
Ne heval û ne dilber î
Heger ez wê bi nav nîşan kim
Di mafê wê ne dadwerî
Xwedan jî bi wê gewrebûnê
Matmayî li me dinerî
01.03.2017
Kovara Rojava: Hejmara 1ê, zivistana sala 2019ê