Dr. Mîkaîl Bilbil[1]: HIN XALÊN SEREKE YÊN RASTNIVÎSÎNA KURMANCÎ

Armanca vê nivîsînê ew e ku bi kurtahî hin rêz û rêçikên sereke yên rastnivîsîna Kurmancî bên nirxandin û ravekirin. Tiştê ku di vê nivîsê de[2] tê parastin bingeha xwe ji xebata “Rêbera Rastnivîsînê” a ku ji hêla Weqfa Mezopotamyayê[3] ve hatiye amadekirin, disitîne. Ev berhema Weqfa Mezopotamyayê ya ku encama komxebata sê salan e, bi beşdarîya kesên ji her çar perçeyên Kurdistanê pêk hatiye û hemû biryarên wan piştî nîqaşên dûdirêj û gihaştina konsensusekê hatine sitandin.

Wek ku tê zanîn, zimanê axaftinê û yê nivîsînê jî heye, cihêtî di navbera wan de heye û ev yek tiştekî suriştî ye. Lewre, zimanê nivîsê ne wek ê axaftinê ye û gelek rêz û rêçik tê de hene, formel e û rêzimanî ye lê mirov nikare li gorî dilê xwe bi kar bîne. Ji bo zimanekî wek Kurdî ku di sedsala dawî de hatiye qedexekirin, pêşveçûna wî derb xwariye û ji perwerdeyeke formel bêpar maye, meseleya zimanê nivîsê anku zimanê standard dîyardeyeke nû ye. Bi taybetî di sih salên dawî de bi vebûna televîzyon û radyoyan, derketina rojname û kovaran, avabûna weşanxane û sazîyên lêkolîn û perwerdeyê û hwd, Kurmancîya nivîskî hêdî hêdî bi pêş dikeve. Lê ji ber şert û mercên welatî, sazîyên navendî yên Kurdî ku bikarin biryarên di asta neteweyî de bigirin û wan biryaran li her çar perçeyên Kurdistanê bi cih bîne, çênebûne û Kurdî ji wê mekanîzmayê bêpar maye. Loma jî her kes, sazî yan dezgeh, li gor dîtin, bawerî û zanebûna xwe hinek prensîb dîyar kirine û di zimanê nivîskî de bi kar anîne. Ev yek jî dibe sebeb ku heman tişt bi awayên ji hev cihê bên nivîsîn û zimanekî hevnegirtî peyda bibe. Her çend ku bi awayekî xurt di rastnivîsîna Kurmancî de tiştên ku Celadet A. Bedirxan destnîşan kirine û heta radeyekê bersivê dide hin tiştan jî, gelek tişt hene ku Celadetî qala wan nekiriye yan jî mihtacî venirxandinê ne. Loma, girîng e ku gelek kes, sazî û derdor bên cem hev û ji bo tesbîtkirina rêz û rêçikên rastnivîsînê li hev bikin.

Girîngîya xebata Weqfa Mezopotamyayê ji ber vê yekê ye ku pispor ji her çar perçeyên Kurdistanê anîne cem hev û bi rêkeftina wan, rêz û rêçikên rastnivîsîna Kurmancî dîyar kirine. Helbet, wek hemû xebatan dibe ku ew xebat jî xwedî kêmasî bin û loma divê dîsa bê nîqaşkirin, nirxandin û bi kêmasîyên wê bên ravekirin.

Nuha em dê li ser bingeha xebata navborî, li ser hin xalên sereke yên rastnivîsîna Kurmancî bisekinin û sedema hilbijartin û rastbûna wan şîrove bikin ku mijar baş bê famkirin.

1. Nivîsîna [î] û [ê]yê berî [y]yê

Ne tenê ji bo rastnivîsîna Kurmancî lê ji bo gelek zimanên din ên dinyayê jî, meyleke girîng heye û ew jî di zimanê nivîskî de, parastina reh (root) an jî qurmê (stem) peyvan e; yanî divê em awayê bêjeyan ê leksemî biparêzin. Ev yek hem ji bo pedagojîyê hem jî leksîkografîyê (ferhengnivîsîn) prensîbeke baş e. Bêjeyên ku bi [î] û [ê]yê diqedin û [y]ya pevgirêdanê piştî wan tê, divê ku [î] û [ê]ya wan nebe [i] û wek xwe bên nivîsîn. Ji xwe hem di Soranî û hem jî di Zazakîya Kurdî de nayên guhartin û wek xwe tên nivîsîn. Heger em bi mînakan rave bikin, dê çêtir bê famkirin.

 – Dema ku bêjeyên ku bi [î]yê diqedin berî [y]yê tên, divê “î”ya wan neyê guhartin û bêje bên parastin:

Bêjeweha binivîseweha nenivîse
Hêvîhêvîya Kurdan hêviya Kurdan
Derzîderzîya dirûnêderziya dirûnê
Azadîazadîya jinanazadiya jinan

– Dema ku bêjeyên ku bi [ê]yê diqedin berî [y]yê tên, divê “ê”ya wan neyê guhartin û bêje bên parastin:

Bêjeweha binivîseweha nenivîse
dêya Ehmeddiya Ehmed
rêya Qamişloyêriya Qamişloyê
pêyên wîpiyên wî

2. Rastnivîsîna Lêkerên Hevdanî (compound):

Di Kurmancî de gelek lêkerên hevdanî hene ku gelek caran bi alîkarîya rengdêr, navdêr, daçek yan jî cînavan çêdibin. Berî ku em qala rastnivîsîna wan bikin, em bînin bîra xwe ku lêkerên hevdanî çawa pêk tên. Wek mînak:

– xweş kirin, baş bûn ji rengdêr û lêkerekê pêk hatiye.

nimêj kirin, dahn kutan ji navdêr û lêkerekê pêk hatiye.

li hev kirin, ji hev kirin ji daçek + cînav û lêkerekê pêk hatiye.

li ber xwe dan, ji ber hev ketin ji daçek + cînav û lêkerekê pêk hatiye.

Ji bo rastnivîsîna lêkerên hevdanî ku wek ên jor ji du û zêdetir beşan pêk tên, em karin van xalan bibêjin:

– Dema ku hevok aktîf be û lêkera hevdanî wek pêveber hatibe bikaranîn, divê hemû beşên lêkerê ji hev cihê bên nivîsîn:

weha binivîseweha nenivîse
Me li Efrînê gelekî li ber xwe da.Me li Efrînê gelekî liberxweda.
Hemû Kurdan li hev kiriye.Hemû Kurdan lihevkiriye.
Dêya min îsot sor kirin.Dêya min îsot sorkirin.

– Dema ku hevok pasîf be, lêkera hevdanî di forma navdêrî anku mesderî de ye û divê hemû beşên lêkerê bi hev ve bên nivîsîn. Wek ku tê zanîn, hevokên pasîf di Kurmancî de bi alîkarîya lêkera “hatin”ê çêdibin û lêker piştî “hatin”ê tên:

weha binivîse               Weha nenivîse
Xwarin hat belavkirin.Xwarin hat belav kirin.
Mirîşk hat serjêkirin.Mirîşk hat ser jê kirin.
Meyir hat lihevxistin.Meyir hat li hev xistin.

– Dema ku hevok hokarî (causative) be, lêkera hevdanî di forma navdêrî anku mesderî de ye, divê hemû beşên lêkerê bi hev ve bên nivîsîn. Wek ku tê zanîn, hevokên hokarî di Kurmancî de bi alîkarîya lêkera “dan”ê çêdibin û lêker piştî “dan”ê tên:

weha binivîseweha nenivîse
Wî xwarin da belavkirin.Wî xwarin da belav kirin.
Ehmed mirîşk da serjêkirin.Ehmed mirîşk da ser jê kirin.
Bavê wî meyir da lihevxistin.Bavê wî meyir da li hev xistin.

– Dema ku lêkerên hevdanî wek navdêr bên bikaranîn, hemû beşên wê, her dem bi hev ve tên nivîsîn:

lêker          weha binivîseweha nenivîse
li hev xistinlihevxistina wanli hev xistina wan
bi ser xwe ve hatinbiserxwevehatina wê           bi ser xwe ve hatina wê
li ber xwe danliberxwedana Kurdanli ber xwe dana Kurdan

3. Rastnivîsina Daçekan

Bi giştî, daçek bi awayekî ji bêjeya piştî yan jî berî xwe cihê tên nivîsîn. Ji ber ku ew jî wek rengdêr, navdêr, cînav, hoker û hwd cûreyekî peyvan e û çawa ku ev cûreyên han cihê tên nivîsîn divê ew jî cihê bin. Her çend ku bi tesîra zimanê Erebî, bi taybetî li Başûrê Kurdistanê, ew û bêjeyên piştî yan jî berî xwe bi hev ve tên nivîsîn jî, ev ne tiştekî rast e û lazim cihê bên nivîsîn. Wek ku tê zanîn, di Kurmancî de du cûre daçek hene ku yek jê pêşdaçek (preposition) û ya dudan jî bazinedaçek (circumposition) in. Pêşdaçek berî navdêran tên lê bazinedaçek du beş in ku yek berî û yek jî piştî navdêran tê. Lê wek ku me got, divê daçek cihê bên nivîsîn. Li ser nivîsîna daçekan em karin van xalên sereke bibêjin:

– Pêşdaçek dibe ku sade bin û ji yek beşî pêk bên yan jî nesade bin û ji du yan zêdetir beşan pêk bên, lê divê ji navdêran cihê bên nivîsîn.

Daçekweha binivîseweha nenivîse
Bibi tebite
hevalanhevalan
Jiji mejime
li ber li ber malêlibermalê
li ser  li ser maseyêlisermaseyê 

Daçekên ”bi” û ”bê” wek pêşgir û di çêkirina bêjeyên nû de jî tên bikaranîn, wê demê divê bi bêjeyan ve bê nivîsîn. Ji xwe bi vî awayî rengdêrên nû çê dikin.

weha binivîseweha nenivîse
erdê sînorerdê sînor
derdê dermanderdê derman
girara birûngirara bi rûn
xwarina bixwêxwarina bi xwê

            – Wek ku me got, bazinedaçek ji du beşan pêk tên ku beşê pêşî berî û beşê dudan jî piştî navdêran tên û divê cihê bin; yanî bazinenedaçek bêjeyan dixin navbera xwe. Dema ku em dibêjin “Ez bi Ehmed ra çûm”  bi û ra bi hev re dibin bazinedaçek û divê em wan ji bêjeyan cihê binivîsin.

Bazinedaçekweha binivîseweha nenivîse
bi … rabi Ehmed rabiEhmedra
di … dadi sinifê dadisinifêda
bi … vebi dîwarî vebidîwarîve

Di meseleya bazinedaçekan de nivîsîna beşê dudan ê daçekan ku li gorî herêman formên wan ên cihê hene, xaleke girîng e ku em qalê bikin. Wek ku tê zanîn, beşê dudan ê bazinedaçekan li gorî herêmên cuda xwedî formên wek “da/de/di”, “ra/re/ri”, “va/ve/vi” ne. Lê di nav wan forman de formên herî berbelav, “da”, ra” û “ve” ne. Belkî ji sedî heştê zêdetir ê kurmancîaxêvan beşê dudan ê bazinedaçekan wek “da”, ra” û “ve” bi kar tînin. Dema ku mirov li ser meseleyên wisa biryarê dide, lazim e mirov li bikaranîna wan a dîyalektên din jî binêre. Heger li dîyalekta Soranî û Kirdkî (Zazakî) jî binêrin, em dibînin ku bi temamî formên “da”, ra” û “ve”[4] ne. Dema ku em ji bo zimanê standard anku niviskî biryarê bidin em çiqas formên hevbeş an jî nêzîk, hilbijêrin ewqas baş dibe. Bi vî awayî dîyalektên Kurdî bêtir nêzî hev dibin û axêverê wan bêhtir ji hevdu fam dikin. Ev nêzîkbûna ziman ji bo yekîtîya Kurdan jî gelekî girîng e.

Her çend ku demeke dirêj me ji dêvla “da”, ra” formên bezinedaçekan ên beşê dudan wek “de”, “re” bi kar anîbe jî, divê ji ber van sedemên ku me qala wan kir, em êdî formên “ra” û “da” bi kar bînin.

bazinedaçek        weha binivîseweha nenivîse
bi … r                   bi Ehmed rabi Ehmed re/ri
di … ra       di sûkê radi sûkê re/ri
ji … ra       jirajire/ri
di ber … radi ber malê radi ber malê re/ri
di … da      di sinifê dadi sinifê de/di
di ber … dadi ber Kurdan daDi ber Kurdan de/di
di bin … dadi bin kevirî dadi bin kevirî de/di

Dibe ku ev tiştên ku hatin pêşkêşkirin di serî de bi me piçekî ecêb bên, lê divê mirov ji bîr neke ku rêz û rêçikên rastnivîsîna zimanekî perspektîfeke îlmî û berfireh dixwaze. Welatekî wek Kurdistanê ku ji hev perçe bûye û perçebûna wê tesîr li rewşa wan a sîyasî, civakî û zimanê wan jî kiriye, dema ku mirov nêzîkî mijarên wisa bibe divê duqat baldar be. Her yek bibêje “ya gundê me rast e” em nikarin van meseleyan çareser bikin. A rast ku em li gorî prensîbên akademîk û nimûneyên gelê din jî li ber çavan bigirin û nêzîkî meseleya rastnivîsînê bibin.


[1] Akademîsyen e û kordînatorê Weqfa Mezopotamyayê ye.

[2] Edîtor: Ji ber yekrêzîya teşenivîsîna kovarê, me paşdaçekên “…da, …ra” yên vê nivîsê û veqetandekên “-eka û hwd.” bi “…de, …re” û “…eke û hwd.” dane guhartin, lê di cihê şîrovekirina paşdaçekdan, tev li mînakên dayî, wek xwe mane.

[3] Weqfa Mezopotamyayê di Gulana 2013an de li Dîyarbekirê ava bûye û armanca wê ya sereke avakirina zanîngehekê ye ku bi Kurdî perwerdeyê bike.

[4] Di soranî de “ve” dibe “we” ku her du jî heman tişt in.

Kovara Rojava. Hejmara 1ê, zivistana sala 2019ê

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *