EHMEDÊ XURSÎ: BARÎN

Esmera min a
Xwînşêrîn,
keça min a ji Têlîzeyneban bedewtir tu yî,
Xwişka min a ji hinguvê nanikan Şêrîntir tu yî,
Dêya min jî, kurman pêsîrên wê xwarin ew jî tu yî,
Hela di rûyê min de
Bigirnije,
Bimizice,
Bila xwêzîya Xweda
di gewrîya wî de ziwa bibe,
xwedawenda qeşingîyê yî tu,
bedewa bê hempa yî tu,
cêryên te ne
hemî perîyên buhiştan
cêryên te ne,
Belqisên kotîyên Sulêmanan,
Zuleyxayên nemêrê ha
zenûbyayên hemî serdem û bîyabanan,
Sara Xel’l cêrya te ye,
Kilyopatra,
Monalîzên hemû serkidûmên welatên rojava,
Eştar tu yî,
Sadrîmos jî nîvkuştî ma,
Leyla Qasim bû,
ji wan heye ku kuştin; wa ye cardin tu yî,
Heyv tu yî
Roj,
Behrem,
Bercîs,
û her neh kewkebên din,
Gerdûnê cêrya te ye,
Gulên berberojkê hêvîyên min in,
û Kurdistan tu yî
KOVARA ROJAVA. HEJMAR(0). SALA 2018ê