ARDILAN ABDO: ÇAVÊN XEYIDÎ

Hûn çi li min dinêrin!?
Hûn li benda min û çi ne, ku ez ji were bibêjim!?
Çima wisa win bê deng in!?
Ne va ye çavên we pirsan mîna agir li kezeba van rojan dadidin,
Rojên pêxwas ji dad û wijdan,
Hûnê hêvîya çi ji min bikin!? Ku ez ji were bibêjim,
Termên bê gor,
Û serîyên ku gewdên bê serî dîyarî hev dikin.
Li alîyê din gorên vala,
Vala ye gerdûn, keko,
Vala ye mirin,
Vala ye jîyan,
Ta Xwedê jî vala ye,
Ji valabûnê ev hatin çêkirin.
Şewata kezebên şewitî,
Rojên mijgirtî,
Rastîya ku di nava pencên bazarvanên xwînê de hatiye cûtin,
Mejîyên zingargirtî,
Hovîtîya sexteyan,
Bexçeyên xwînê,
Alên reş di kezeba ronahîyê de didan çikandin,
û li ser qêrînên zarokan dîlan gerandin,
Li ser girîyên dayikan mîna sînfonîyekê berîya xewê,
guhdar dikirin,
Rastî bi tirsê dan kujtin,
Rastî tê kujtin gelo!!!?
Miradîyên ku rêyên xwe winda kirin,
Çavên ku ji rondikan pê ve tiştekî nizanin,
Hûn dixwazin ez ji were bibêjim:
Ez im ê ku hemû cûreyên mirinê bi çavê serê xwe dît,
Û hîn jî nemirî me,
Ev çi mirin e, mirina ku nikaribe min bimrîne!!?
Çavên min a nuha ji min xeyidî mane, û ez ji gerdûnê hemû xeyidîme,
xeyda min ya kenê wan tîne,
Dizanim gavekê ne li pêş ne jî li paş dixwe.
Yên ku li ser mirina min dixeyidin û dudilê xew dikin. Li pişt perdeyê bi mirina min xwe didin jîyankirin.
peyalên ku dagirtî ji êşên min li ser kezeba xwe dirijînin ta ku bikaribin bikenin.
Tenê êşa min dikarî wan bikenînin,
De bikenin hey qehpikno,
Bikenin,
Ta ji we were bikenin,
Ta hûn li ser kenên xwe biterpilin û ranebin,
Li wir,
Çavên li vir li wir in,
Dilên li vir li wir in,
Dil,
Çav,
Delalên axê li wir in,
Li wir zixurê axê dibin gule,
Û gule natebitin,
Ji êşistanên Rojavayê bipirsin,
Ji Aljînan bipirsin,
An jî, di du çavên wê de, hûn dikarin têra xwe bi rehetî bixwînin.
Di bin sirûda mirinê de, gotinên cengê diguvêşe.
Xwîneke tîr ji bînahîya awiran li ser deştek vekirî, dadiwerive.
Li wir bihuşt kirin dojeh,
Li wir me ji Xwedê ditirsandin,
Li vir dixwazim hemû zagonên dadmendîya gerdûnê di bin pêlava xwe de, biperçiqînim,
Û ji Xwedê re bibêjim şiyar be.
Her êvar gurzek girî di bêrîka şevê de, vedişêrim,
Her êvar bi şingeşinga guleyan re, nameyên bêrîkirinan bi destên tije kulmên girî
Dişînim.
Dişînim û her dişînim.
Ev welat ji goristanan ne birçî ye,
Ev gewd ji birînan ne birçî ye, keko.
Ew yên ku ji mirinê wêdetir pekîyan in.
Li vir zarok têra xwe birç’ ne, pêxwas in, û jîyan di çavên wan de lerizî maye.
Lîstokên ku di rêyan de ji wan ketin.
Ji xwe ceng lîstokan bi zarokan dide jibîrkirin û zaroktîya ji tawanan xalî bi lez didizin,
Ew nizanin kê ji wan daye ser pişta kê, rêyan an jî ew, kê yê din ji xwe re helbijartiye,
Ew yên ku ber bi ne dîyarîyê ve têne ajotin.
Ev cihana ku ser û binoyî hev bû ye,
Qêrînên ku nayê guhdarkirin,
qêrînên bêdeng ê ku gewdê mirov dixwe, di paytexta sexteyan û xwedîyên alên reş de nayê pejirandin.
Qêrîn li wir mirin e.
Ew in ên ku bi mirinê re rûbirdû bûn, dibêjin cêja koçberîyê têra xwe tahl e.
Dixwazim guleyekê berdin pişta van rojên birçî, rojên windayî, rojên cengê, û wê li ser erdê ve bi temamî dirêj bikim.
KOVARA ROJAVA. HEJMAR(0). SALA 2018ê