NÎKOLAY VASÎLYEVÎÇ GOGOL *: PALTO

Nîkolay Vasîlyevîç Gogol *: PALTO
Werger Narîna Hajo
Li bîroyeke li Petrogragê, nivîskarek hebû, mirovekî hûrik bû û rengê pora wî bi ser sor ve bû û xuya bû ku dîtina çavên wî gelekî kêm e. Ew nivîskarekî ji pêpelûka nehan bû, ew wek wan kesên ku di çîrokan de bi wan tê kenîn bû. Navê wî Akakî Akêkîvîç bû. Tu kesî nizanîbû, ka kê alîkarîya wî kiribû da ku bikaribe bikeve ser vî karî û yan jî kengî wî li vê bîroyê dest bi kar kiribû. Serkarê wî û nivîskarên din diçûn û dihatin, lê ew her dem li cihê xwe dima û nedilepitî û tenê yek kar dikir. Ev kar jî kopîkirin bû.
Xelkê êdî bawer kiribû ku ew bi vî rengî û bi wî paltoyê xwe yê kevn ve hatiye ser rûyê dinyayê. Roj derbas dibûn bêyî ku kesek guh bidê, ta bi deregevanê li ber derî jî guh nedidayê. Deregevan tu caran ji ber ranedibû û carinan silava wî jî venedida. Serkarên wî tu caran rû nedidayê û bi quretî pê re dipeyivîn. Serekê nivîskaran ji bo nivîsandinê pelik didanê, lê bêyî ku ew li rûyê wî binêre, wî kar diavêt ser masê, bêyî ku kes bizaibe dide kê, lê Akakî bê deng radibû û dest bi kar dikir .
Nivîskarên xort, ên li bîroyê kar dikir, kenê xwe bi Akakî dikir. Çîrok li ser çêdikirin û li pêşîya wî di rûyê wî de ji hev re digotin:
– Xwedîya xanîyê wî ya heftê salî lê dixe û jê re dibêje: Ma em ê kengî hevdû bikin. Pelik di ser serê wî re hûr dikirin, wek ku berf were bibare. Lê wî tu caran dey nedîiir, û dema ku karê wî diqeda, tu kesî kêmbûn li cihê rûniştina wî nedidît. Carinan, dema ku hevkarên wî ew gelekî têşand û nedihişt ku ew karê xwe bike, wî ji wan re digot:
– Dev ji min berdin, ma hûn çi ji min dixwazin!? Hûn çima wilo li min dikin?
Dengê û gotinên wî dihişt ku dilê wan pê bişewite. Carekê xortekî nû hatibû li bîroyê kar dikir, xwest ku wek her kesî pê bikene, lê ji nişkê ve rawestîya wek ku ji xewnekê şiyar bibe. Piştî hingî ew tu caran pê nedikenî û her dem ji xwe re digot:
– Çima mirov birayê xwe yê mirov hevqasî têşîne!
Gelekî zor e ku tu kesekî wek Akakî bibînî, ku bi tenê ji bo karê xwe bijî û jê hez bike. Karê wî cîhana wî bû, wî cîhaneke gelekî xweş di kopîkirinê de didît. Wî kêf, xweşî û şahî di nav tîpên alfabêtê de didît. Rojekê serkarekî dilpak xwest ku Akakî bibe cihekî baştir û karekî çêtir bidê, lê ev tişt gelekî li Akakî nexweş hat û wî got:
– Ez dixwazim ku vegerim karê xwe yê berê, kopîkirin ji bo min gelekî baş e.
Piştî wê yekê êdî tu kesî nema lê pirsî û ew wan bi tenê ji kopîkirinê re hişt. Akakî tu caran guh nedida cilan, paltoyê wî dirêj, kevn û gemar bû. Dema ku ew bi rê de diçû jî guh nedida tu tiştî û hay ji tu tiştî nedima. Ku toz û gemar ji penceran bi ser serê wî de bihata xwar an jî ku hespekî serê xwe yê westayî danîbûya ser milê wî, dîsa jî wî guh nedidayê û ew ê bi rêya xwe de biçûya. Talîyê, dema ku ew digeha mala xwe, radibû bi lez cilên xwe diguhertin û xwarina xwe dixwar. Akakî tu caran guh nedida xwarinê jî, rengê wê çilo be, xweş be ya ne xweş be, wî lê nedişkand. Carinan mêş û gemar pê re dixwarin bêyî ku pê zanibe. Paşê jî ew diçû, pelikên ku bi xwe re ji bîroyê anîbûn didanîne ber xwe û ew kopî dikirin. Heke tu kar nebûna jî, wî ji xwe re ji ku bûya jî karek derdixist, lê Divîyabû ku ew roja xwe bi kopîkirinê bibihurênê. Wî nizanîbû tu mijûlayîyên din ji kopîkirinê pê ve bike. Kesekî ew tu caran li şahîyekê nedidît. Lê dawîyê ew diçû nav livîna xwe û bi dilxweşî li hêvîya sibe dima, ka bê wê Xwedê ji bo kopîkirinê çi jê re bişîne.
Ev bû jîyana Akakî. Ew kesê ku sala karê wî dikir çar sed rûbil, lê dîsa jî ew pê qayil bû. Dibe ku têra xwe jîyaba, lê zor û zehmetîyên jîyanê li pêşîya wî bûn. Li Petrogradê dijminekî dijwar ê her kesê ku sala karê wî ji çar sed rûbilî nebêhtir bû hebû. Ew dijmin ne tu kes bû ji serma Bakur pê ve.
Her sibeh ji seet heşt ta seet neh rê û rêbar ji karker û xwedîkaran tên dagirtin. Serma di wê çaxê de, dihişt ku bêhvila nivîskarên belangaz bişewite ku nizanibin ew bêhvilên xwe di ku xin. Ew bi tenê dikarin xwe di nav paltoyên xwe de bipêçin û bi lez bazdin bîroyên xwe. Akakî pê dihesîya ku sermakyeke dijwar dide navmilên wî û li pişta û wî dixe, lê wî ji xwe dipirsî:
– Ka ev tişt ji ber çi ye?
Carekê paltoyê xwe danî ber xwe û baş lê nêrî, wî dît ku çend qul lê vebûne dihêlin ku ba bi serbestî di wan re bibihure. Êdî zanîbû ku çima pişta wî di wan sibehan de dişewite. Paşê wî biryar da ku paltoyê xwe bibe ba Pêtrovîç, ew dirûnkerê ze’îf ê bi çavekî, ê ku hê karîbû cilên belengzan bidrû û pîne bike.
Akakî çû mala Pêtrovîç. Bi rê de ji xwe re digot:
– Gelo ew ê dora çiqasî ji min bistîne! Xwedê bike ku ew serxweş be da ku gelek peran ji min nestîne!
Hêvîya Akakî ne di cihê xwe de bû. Pêtrovîç ne serxweş bû, lê ew gelekî ji
xwe ne razî bû ji ber ku wî nikarîbû ta bi derzîyê ve bike.
Akakî silav lê kir:
– Roj baş!
– Roj baş! Pêtrovîç silava wî vegerand û bi çavê xwe yê tek li tiştê di destê
Akakî de nihêrî. Akakî nema zanîbû çi bibêje, lê got:
– Pêtrovîç, ez hatime… binêre… ev.
Pêtrovîç zanîbû ku wî çi divê. Wî rahişt palto vekir û lê nêrî. Pêtrovîç serê xwe hejand û got:
– Ev nema çêdibe; nema hêja ye ku ez pêre biwestim.
Dilê Akakî êşîya, rabû jê re got:
– Çima, Pêtrovîç! Binêre, bi tenê navmil wî qul bûye.
Lê Pêtrovîç rê nedayê û gotê ku ew nikare palto çêbike, û divê ew yekî xwe yê nû bidrû. Dema ku Akakî ev tişt bihîst dinya li dora serê wî zîvirî. Lê ji Pêtrovîç pirsî: Ka wê paltokî nû bi çiqasî çêbibe!
Pêtrovîç got:
– Bi sed û pêncî rûbulan wê paltokî gelekî baş çêbibe.
Akakî derket derve, lê wek ku di xew de be, ew diçû û diçû lê nizanîbû bi ku de diçe! Bi xwe re di peyivî û di got:
– Ez ê sed û pêncîyî ji ku bînim! Lê çima… Tu caran palto ne hêjayî sed û pêncî rûblan e. Wî wilo ji xwe re got û got. Dawîyê gihaşt biryara ku paltoyekî xwe yê nû bidirû. Lê ma wê peran ji ku bîne! Ev li ser bextê wî dimêne. Ku serekê bîroyê çil rûblî bidê wê gelekî baş bê, ji ber ku çil rûbilên wî jî hene. Akakî dixwest ku gelek tiştan bi van peran bike, lê ji bo palto divê ku hemû planên xwe ji bîr bike. Piştî ev qas salên kar, Akakî çil rûbil bi tenê dabûn hev. Virde, wêde… dawî nîyeta xwe lê anî ku palto bikire. Lê ji vê rojê pê ve divê tu peran xerc neke. Divê xwarina xwe kêm bike. Çaya êvaran venexwe û mûmê bi şev pênexe, û wî wilo jî kir. Rojekê ew çû cem Pêtrovîç, piştî bazareke dûr û dirêj li ser heştê rûbilî li hev hatin lê Divîyabû ku Akakî pêşî peran bîne, da ku ew dest bi dirûtinê bike. Akakî ji wê rojê ve dihat malê, li şûna ku şîvê bixwe, xwe dirêj dikir û wî dianî ber çavên xwe ku çawa ew paltoyê xwe tênê û li xwe dikr. Li hêvîya paltoyê xwe bû wek ku li hêvîya hevalekî xwe yê delal be.
Roj li pey rojê diçû û hê pere peyda nekiribûn. Lê rojekê serkar ji ber ku karê wî her dem qenc bû, şêst rûbil danê. Akakî bi kêfxweşîyeke mezin vegerîya malê. Piştre rasterast çû ba Pêtrovîç û pere danê.
Sibehekê Pêtrovîç palto anî mala wî. Akakî hew dizanîbû êdî çi bike! Ew roj ji hemû rojên jîyana wî geştir û xweştir bû.
Akakî palto li xwe kir û bi serbilindî çû bîroya xwe. Her kesî dizanîbû ku Akakî paltoyekî nû li xwe kiriye. Pîrozî danê û û jê re gotin ku divê ku devê wan şêrîn bike. Akakî nema zanîbû çi bike û çi bibêje, lê serekê nivîskaran ji wan re got:
– Baş e, hûn hemû îşev li ba min in. Em ê ji bo paltoyê Akakî şahîyekê li dar bixin. Akakî bi dilşahî vegerîyaa malê, palto ji xwe kir, ê kevn anî ber û ji xwe re kenî. Li paltoyê xwe dinêrî. Ew roj roja pêşî bû ku tu tişt kopî nekiribû. Êvarê, Akakî rabû, paltoyê xwe li xwe kir û derket, da ku here mala serekê nivîskaran. Bi rê de Akakî li dora xwe dinêrî û pişta xwe rast kir û bi rêya xwe de çû. Dawîyê gihaşt xanîyê serkar, ku li tarikeke xweş bû. Xanîyekî xweş û mezin bû. Qelebalix ji oda rûniştinê dihat. Derî jê re hat vekirin. Paltoyê xwe jê kir û danî. Nema zanîbû çi bike, lê wan zû ew dît û hatin pêşîya wî, lê belê wan ew zû jî ji bîr kir û çûn bi pelikan leyistin. Akakî nêzîkî wan rûnişt û li wan dinêrî. Piştî kêlîkekê ew westîya û xwest ku biçe mala xwe. Wan nehişt û şampanya jê re anîn. Piştî vexwarinê Akakî dilxweş bû, lê dîsa bê deng ji cem wan derket, da ku here malê. Akakî bi dilxweşî diçû. Li jinên xweşik dinêrî û ji xwe re dikenî, ta ku gihaşt tarika xwe ya belengaz. Rê vala bûn, kesek li wan deran xuya nedikir. Çend çiran rehnik dida wê ferehîya di nav xanîyan de. Berf li ser rê bû û dinya gelekî sar bû. Ji nişka ve kêf û şahîya wî çû. Li dora xwe nêrî ji berfê û xanîyê tarî pê ve tu tişt nedît. Çavên xwe girtin, da ku wan hew bibîne, lê dîsa jî xwest ku çavên xwe veke, da ku binêre ka hê xanîyê wî çi qasî dûr e. Dema ku çavên xwe vekirin, du kesên bi simbêl û dirêj li pêşîya xwe dîtin. Wî baş nedidît, lê hema pê hisîya ku kulmek li sînga wî ket. Kir ku bike hewar, lê kulmeke din li devê wî ket. Kulma sisêyan li ûrê wî da. Ew li ser pişta xwe li ser berfê dirêj bû û bê hiş ket. Kêlîkek tê ve çû, hat ser hişê xwe, li dora xwe nêrî ji berfê pê ve nedidît. Li xwe nêrî dît ku paltoyê wî hatiye dizîn. Baz da, gazî nobedaran. Kesekî lê venegerand. Çû ba polîsan lê bîroya wan girtîbû. Çû mal, lê nikarîbû raze.
Roja din ew neçû karê xwe. Ew cara pêşî bû ku neçûbû kar. Dîsa ew çû ba polîsan, lê wan guh nedayê. Akakî pê hisîya ku tu alîkarîyê nadinê. Roja din çû ser karê xwe. Hemû gelekî xeyidîn û her yekî şîretek lê kir. Lê yekî gotê:
– A ji her tiştî baştir ew e ku tu çîroka xwe ji mirovekî biqîmet û xwedî nav û deng re bibêjî. Akakî jî bi şîreta wan kir û çû cem mirovekî wilo. Ew nû zengîn bûbû û ew gelekî ketibû darî çavên xwe. Ji wilo jî, dmea ku Akakîyê belengaz ket bîroya wî, bi dengekî tûj û bilind pê re peyivî. Hişt ku ew di cihê xwe de bimîne û bilerize. Akakî nema zanîbû ku êdî çi bike yan jî çi bibêje! Lê wî nas kir ku ew êdî tiştekî jê re nake. Bi kul û keser ji cem derket; nema hay ji dora xwe ma. Di bin baranê de di sikakan ve diçû. Wê şevê xew neket çavên Akakî.
Tayeke giran ew girt û piştî du rojan ew mir. Xwedîya xênî ew bir veşart.
Li Petrogragê jîyan digerîya wek ku tiştek nebûbe û wek ku Akakî tu caran nebû. Mirovek mir, yekî ku kesekî tu caran guh nedabûyê. Tu xweşî û şahî nedîtibû. Paltoyê nû di jîyana wî de her tişt bû. Palto şahî xist jîyana wî, lê ew şahî gelekî kurt bû. Bayekî zer hat û her tişt bi xwe re bir.
Nivîskarekî din hatibû bîroyê cihê Akakî girt. Ew ji Akakî dirêjtir bû, lê belê karê wî ne wek ê berê rind bû. Rast e ku Akakî mir, lê ev ne dawîya çîrokê ye, ji ber ku hê jî têbayê wî piştî mirina wî bi çend rojan dijîya. Divîyabû ku Akakî bê deng ji vê dinyayê neçe. Çîrokin li nav Petrogragê digerîyan, wan digot ku têbayek bi şev li ser pira Kalînkî digere. Ew têba wek nivîskarekî hûrik e û li paltoyekî digere. Paltoyên xelkê ji wan dike, êdî ji tirsa nema kes diwêre diza bigire, ku ew têba bin. Carekê karkerekî bi her du çavên xwe dît û nas kir ku ew Akakî bû, lê jê tirsa baz da. Têbayê wî li Petrogragê digerîya û tirs dikir nav dilê xelkê. Piştî wê ew mirovê bi nav û deng ku Akakî qewirandibû pir poşman bûbû û rûyê rebenê Akakî ji ber çavan nediçû. Wî şîyand pey Akakî, lê Akakî hingî miribû. Dema ku wî bihîst ku ew reben miriye, wek, ku bayekî zor lê bide û bêhna wî biçikîne lê hat. Da ku ew vê çîrokê ji bîr bike, ew rabû çû şevbuhêrkekê ku li wê derê dilê xwe xweş bike, gelek kes li wir hebûn hemû zengîn û navdar bûn, şampanya vexwar û şev bi xweşî derbas kir. Dawîyê li paytona xwe siwar bû, got paytonçî, da ku wî bibe mala hevalê wî. Ew şeva xweş dianî bîra xwe, lê ji nişkê ve mirovekî ew ji pişt ve girt. Lê nêrî, dît ku mirovekî hûrikî bi paltokî dirêj e. Ew Akakî bi xwe bû. Rûyê wî wek cawekî sipî bû û dêhna têba pê diket. Têba jê re got ku tu ketî nav destê min! Te alîkarîya min nekir, da ku ez paltoyê xwe bibînim. Te dengê xwe li min bilind kir, ez jî ez ê paltoyê te bibim. Wî kir ku ji tirsan bimire û ji hingî û pê de wî hew deng li kesekî bilind kir û wek berê negot:
– Tu dizanî tu bi kê re dipeyivî, tu dizanî ez kî me?
Hê jî xelkê bawer dikir ku têba li tarikên Petrogragê bi şev digere. Lê vê carê ew têba ne hûrik bû, ew dirêj bû û simbêlên wî hebûn. Wî baz dida û di reşa şevê de winda dibû.
_____________________________
· Nîkolay Vasîlyevîç Gogol Gogol Nîkolay Vasîlyevîç (1809-1852) nivîskarekî Rûsî yê bi nav û deng e. Gogol gelek çîrok nivîsandine. Ji wan jî: Çîrokên Petrogradî, Vladîmîrê Pêpelûka Sisêyan, Revîzor, Canên Mirî, Palto û yên din. Çîrokên wî ji rengê kenê di nav hêstiran de.
KOVARA ROJAVA HEJMARA (0) SALA 2018ê