EHMEDÊ XURSÎ: KAUF LAND

ÇÎROK

Kaufland firoşgehek e ku li hemî bajarên Almanayayê heye, a bajarê min jî, li serê koşeyê ye, carcaran ez li wir pêrgî wî têm, ji sedî sed dizanim ku ew mirov Kurd e, û her car jî heman ew tûrikê ji çapan ê sipî di destê wî de ye û heman desmalka hirî li dor hustê wî ye, her gava ku ez silavê lê dikim, silava min venagerîne, tenê di rûyê min de dimizice û ji ser min dadigere.

Çendîn xwîna wî mirovî bi min şêrîn e, dibe ku bavê min tîne bîra min, lebata wî hinkûfê bavê min dide, temenê wî nêzî heftê salî ye , lê hîn jî bi sêngê dimeşe.

Berî ku li cadê bizîvire, li min jî dizîvire, cardin bê mad dimizice û diçe, kesereke mezin di sînga min de dihêle, gelo vî kalemêrî çi êş û azar li vê penaberîyê kişandiye, ku wisa bê deng dijî?

Vê carê min çiqasî dixwest ku ez dengê wî bibihîsim, min hîn hemî hewcedarîyên xwe nekirîbûn, min da pey wî û ez li dû wî li ber qaseya jimaryar rawestîyam, lê mixabin bi wê re jî neaxivî, tenê deh euro ji xelîtka xwe derxistin û da destê keçika qasê û bersiva wê bi serê xwe da, anku min bon navê  û meşîya .

Min biryar dabû ku cara bê ez ê bidim dû wî û xwe jê veşêrim, ta ku ez mala wî nas bikim, lê mixabin ev demeke dirêj ku ez nema wî dibînim, ji mereqan dikim ku bibeicim, çima nema dixuye, elo ma mir an mala xwe ji vî bajarî bar kir!

Bi dehê caran min pirs ji kurdên bajar kir, min çendîn ji wan re dirûvê wî li bîra wan dianî; min digot ku zilamekî kal bû û her gav desmalkeke hirî li dora hustê wî xwe dibada û destikê berçavka wî pan bû û her cara ku dihatim vê firoşgehê min ew didît, lê sosreta mezin ku tevan digot me tu carî mirovekî weha li vî bajarî nedîtiye, gelekî xemgîn bûm ku min ew mirov winda kir.

 Ev serê pîst salî ye ku min tu carî wek vê evarê bêrîya wî nekiribû, rabûm ser xwe, min berê xwe da firosgehê. Xet bi xet li nav refikên firoşgehê gerîyam, min rûdêmên hemî mirovên li wir nêrî, lê yek ji wan jî nedişibihî wî, ez polîpoşman vegerîyam ber qasê, min deh euro ji xelîtka xwe derxistin, dan în ser maseya keçika jimaryar, min alavên xwe xistin tûrikê xwe yê ji çapanê sipî û min serê xwe hejand, anku min bon navê, di rûyê hemû kesan de mizicîm, û min hêdî hêdî qurzîya cadê li xwe bada.

2018 ALMANYA  

JI KOVARA ROJAVA. HEJMAR(0). SALA 2018ê

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *