Demhat Dêrikî: Li wê rojê

Dê ew roj
li deriyê dilê min bixe
û tariya şînhez
ji nav kolan û qoncikên
bajarê hinavê min rabe,
li wê demê
dê destên me weke hemû
demsalên jankêşî û giryanî
di nava hev de bin
lê ev dem dê ne ew dem be
ji ber ku li wê rojê
çavê te yê şoreşî
dilê te yê xak evînî
dê bajar ji destê reşê
rizgar kiribe
li wê rojê navê te
yê baskê navê min be.
Demhat Dêrikî
19.4.2021