Demhat Dêrikî: Peyvên kêm

Li peyvekê digerim
da çolbeyara dilê
min
bi rengê gulan
bixemlîne
lê nabînim,
ji bilî wê peyvê
barana peyvan
bi ser min de dibare;
peyvên hev biçûk
dikin
peyvên hev kor dikin
peyvên kefenê
mirinê ji hev re
didirûn
peyvên gora hev
dikolin
peyvên hev dikujin
peyvên xwe dikujin
peyvên ji bo şahiya
gorên çar aliyan jînê
bi mij dikin
pêşbaziya hev dikin
lê peyvên;
dil yek e
evîn yek e yar yek e
birîn yek e
êş yek e
derd welat e
ez nabînim!
21.12.2020