ŞANDEYA NÛNERÊN DEZGEHÊN REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ ÇÛ SERDANA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

BAŞÛRÊ KURDISTANÊ-DUHOK

ÇARŞEM: 25.11.2020

Îro, li bajarê Duhokê, şandeya nûnerên sazî û dezgehên rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ya ku ji saziyên jêrîn pêk tê: YEKÎTIYA NIVÎSKARÊN KURD LI SÛRIYÊ (QADIR EGÎD) YEKÎTIYA REWŞENBÎRÊN HERÊMA CIZÎRÊ (ANAHÎTA SÎNO) HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ-HRRK (EHMEDÊ HUSEYNÊ); Serdana (Rêvebiriya Giştî ya Çand û Hunera Duhokê) kir û di gel rêvebirê giştî Dr. Eyûb Remedan Fetah hevdîtineke dirêj li dar xist. Herwisa Şandeyê serdana sendîkeya Rojnamevanên Duhokê kir û di gel cîgirê serokê sendîkayê HEYSEM Butris û endamê sendikeyê Reqîb Mehmûd Civîneke dewlemend li dar xist û derbarê rewşa îroyîn a ragihandin û rojnamegeriya Kurdî û gotara dexisîn û dijminatiyê guftûgo kir û ji boyî geşkirina peywendiyên rojnamevanan di navebera Rojava û Başûr de hin xalên giring destnîşan kirin. Di dawiya hevdîtinên xwe de şandeya sazî û dezgehên Rojavayê Kurdistanê serdana navenda YEKÎTIYA NIVÎSKARÊN KURD-DUHOK kir û di gel Serokê Yekîtiyê Hesen Silêvanî, cîgirê serok Mihemed Ebdulah, endamên komîteya rêvebir Selam Balayî, Dr. Nûmetulah Nihêlî û Hekîm Ebdulah, derbarê helwestên hevpar ên rewşenbîran û karên hevbeş û li dijî şerên navxweyî rawestan û şêwazên avakirina pirên diyalog û hevûdû pejirandinê di navbera kurdan de, bi awayekî berfireh hatin gengeşekirin.

Show More