Rêbaznameya ”Hevgirtina Rewşenbȋrên Rojavayê Kurdistanê”(HRRK)

Rêbaznameya ”Hevgirtina Rea Rojavayê Kurdistanê”(HRRK)


MADEYA YEKÊ:

Nav:

Hevgirtina Rewşenbȋrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK)

MADEYA DUYÊ:

Dȋbaçe:


”Hevgirtina Rewşenbȋrên Rojavayê Kurdistanê” dezgeheka rewşenbȋrȋ ne hikûmetȋ ye, penageheka rewşenbȋr û hizirmendên curbicur e, bi hêvȋya ku bibe sȋwaneyeka giştȋ bo hemû kesên ku di warê rewşenbȋrtȋ û hunerȋ de kar dikin lewra me gotina (Rewşenbȋr) – ji derveyȋ wê wateya tȋpetȋp û berbelav a vê gotinê – di navê Hevgirtinê de bijartiye da ku hemû nivȋskar, helbestvan, şêwekar, şanogêr, sȋnemagêr, ragihȋner û muzȋkjenên akademȋk di nava xwe de bihewȋne,.Ev rêxistin, piştȋ serȋhildana 12 adara 2004ê, li derveyȋ welat hate damezirandin ku (Inisyatȋva 12ê adarê ya rewşenbȋrên kurd) gava destpêkê bû li ser rêya dilsozȋyê ji bo wê serȋhildanê û sergeyên wê di ber azadȋya axaftin û ziman û rewşenbȋrtȋyê û piştgirtina doza azadȋya miletê me yê kurd de û ji alȋyekȋ din ve, pêkanȋna projeyên rewşenbȋrȋ û hizrȋ bi rengê li gor asta bûyer û pêşdeçûnên ku li Rojavayê Kurdistanê bi taybetȋ û li Sûryayê bi giştȋ diqewimin.Hevgirtin, her dem bi daxuyanȋ û çalakȋyên xwe, beşdarȋ hemû pirsên welatȋ û kurdȋ yên gewre bûye û ew bi hêvȋya berdewamȋyeka geştir e lewra navenda xwe guhastiye hindirê welat.Hevgirtin xweş bawer dike ku avakirina dezgeheka rewşenbȋrȋ ku hemû guhdarên hizr û zanȋnê li ser bingeha rûmet û azadȋya mirovan li hev vehewȋne gerek e dûrȋ hesabên siyasetê yên teng û hişbend pêk bê.Hevgirtin dibȋne ku avakirina dezgeheka rewşenbȋrȋ giştȋ ku bijardeya rewşenbȋrên Rojavayê Kurdistanê lê vehewin giringȋyeka dȋrokȋ ye û projeyeka ku gerek e dema niha saz bibe nemaze ku ȋroroj piranȋya rewşenbȋran li dezgehinên dijrewşenbȋrȋ nȋvsiyasȋ belav bûne û ked û xebata wan bêber dimȋne. Hevgirtin rêzê ji bȋr û bawerȋyên hizrȋ û rewşenbȋrȋ û siyasȋ yên her endamekê xwe re, lê ku ne li dijȋ bend û sergeyên Hevgirtinê bin, digire.

MADEYA SÊYÊ:

Armanc û sergeyên bingehȋn

Armanc:
– Rewşenbȋrtȋ û hizr û afirandin paşmayȋyeka mirovȋ netewȋ ye- Diyarkirina rehendên rewşenbȋrȋ yên taybet ên rewişta kurd li herêma me û li seranserȋ Kurdistanê, bi hemû şêwe û mercên afirandinê û bikaranȋna van rehendan di hevaxaftina rewşenbȋrȋ de û parastina wan.- Asankirina pêşveçûna çalakȋyên rewşenbȋrȋ û dȋrokȋ û geşkirina tevgera wergerandinê û hevgihȋnȋya hemû rewiştên din.- Parastina azadȋya hizr û afirandinê bi rêya azadȋya bȋr û bawerȋ û weşan û belavkirinê û karkirin ji bo hebûna yasayên ku vê yekê misoger bikin- Bergerȋ di ber endamên Hevgirtinê de li dijȋ çi tepeserkirin û tirsandina ku mafên wan ên mirovȋ û afirênerȋ kêm bike – Piştgirtina endamên Hevgirtinê di weşana berhem û çalakȋyên wan ên rewşenbȋrȋ û afirênerȋ.- Belavkirina rewişta dilvekirin û hevpejirandinê- Hevgirtin sȋwana rewşenbȋrȋ giştȋ be ku rûyê rewşenbȋr ê ronak diyar bike û rola rastȋn a rewşenbȋr lê vegerȋne û xwe dûrȋ nakokȋyên siyasȋ û ȋdeyolojyayȋ bike.- Geş û kûrkirina rola rewşenbȋran li bara pirsên nasnameya wan a rewşenbȋrȋ û li hember bûyerên mêranȋxwaz û sernetewandin di dozên çarenûsȋ û hestyar ên hebûnê.- Cȋbicȋkirina têgihên rexneyȋ û nirxandina rola rewşenbȋran a weşana bȋrwerȋyê û hetikandin û şermezarkirina diyardeyên nerênȋ – nemaze bandorên zordestȋ û dagȋrkerȋyê – ku ziyanê digihȋne civakê.- Cȋbicȋkirina nerȋtên rêzgirtina xwȋna şehȋdên Kurdistanê û dijberȋya çi kes û alȋyên nakokȋxwaz, û kar ji bo peydabûna hevaxaftineka kurdȋ-kurdȋ ber bi kongireka kurdistanȋ giştȋ ku roleka rewşenbȋran tê de hebe. – Nirxandina rola dȋrokȋ ya şervanên kurd çi jin çi mêr ku li hemberȋ pȋstirên hêzên terorê rabûn û bergirȋya axa Rojavayê Kurdistanê kirin û dikin.- Dȋdar û hevaxaftin bi desgehên rewşenbȋrȋ yên hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê û çi kesê ku kar di ber nirxên hezkirin û hevpejirandin û lihevborȋnê dike û her weha peydakirina têkilȋyên hevbeş bi rêya çalakȋyên hizrȋ û rewşenbȋrȋ û komȋtên dan û standinê- Derxistina berhemên demdemȋ û çalakȋyên berdewam- Hevrêzȋya li ser asta kurdistanȋ bi desgehên rewşenbȋrȋ re- Piştgirȋya beşdarȋya jinê di hemû çalakȋ û karmendȋyên Hevgirtinê de û her weha piştgirȋya mafê zarokan di fêrbûn û fêrkirindanê de

MADEYA ÇARÊ:

Beşa rêxistinȋ

Mercên endametȋyê:


Ji mafê çi kesê ku di biwarên hizr, wêje, rewşenbȋrtȋ û hunerê de kar dike bibe endamê Hevgirtinê piştȋ ku endametȋnameya wȋ ji alȋyê Komȋta Kargêr ku xwedȋya biryarê ye bê erêkirin 1- Li bara kesên ku karê nivȋskȋ dikin (nivȋskar û lêkoler …):Gerek kesê endametȋxwaz pirtûkeka çapkirȋ yan li ber çapê yan destenivȋsekê bigihȋne destê komȋta endametȋyê ku ji sê kesan pêk têLi bara şêwekaran:Gerek kesê endametȋxwaz derçûyȋyê fakulteya hunerên bedew be yan jȋ bi kêmanȋ pêşangeheka tekane yan doyên hevbeşLi bara şanogêr û sȋnemagêran:Gerek kesê endametȋxwaz bi kêmanȋ beşdarȋ karekȋ belgekirȋ şano yan sȋnemay bûbeLi bara ragihȋner û rojnamevanan:Gerek kesê endametȋxwaz derçûyȋyê fakulteya ragihandinê yan di desgeheka ragihandinê (dȋtbar, bihȋstbar, xwendȋ) kar kiribe yan dike Li bara muzȋkjenan:Endametȋnameya muzȋkjenên akademȋk tê pejirandin1- Gerek e ji kurdên Rojavayê Kurdistanê be2- Gerek e bawerȋyê bi armancên Hevgirtinê bȋne û vê Rêbaznameyê bipejirȋne û pabendȋ wê be3- Dibe ku endamê Hevgirtinê endamê sazȋyeka rewşenbȋrȋ yan siyasȋ ya din be lê ku armancên wê ne li dijȋ yên Hevgirtinê bin4- Nabe kesê endametȋxwaz ê nepesendkirȋ berȋ salekê endametȋyê dȋs bixwaze. Kesên ku komȋta kargêr ew pesend nekirine dikarin endametȋxwazȋya xwe li pêş kongira giştȋ ku xwedȋbiryar e nû bikin.5- Dibe ku çi rewşenbȋrê dilxwazê doza kurdȋ çi li derve çi li hindir endametȋya rûmetê wergire.6- Nabe ku endamê Komȋta Kargêr, di heman demê de, endamê komȋteka kargêr di sazȋyeka rewşenbȋrȋ yan siyasȋ ya din de be.
Jikarxistina endam:
Endam ji kar dikeve ku:1- Reftareka dijȋ bendên Rêbaznameyê bi kar anȋ yan jȋ endametȋya xwe ji bo berjewendȋyên kesane bi kar anȋ2- Dest li salaneya xwe, bê tu behane, girt

MADEYA PÊNCÊ:

Komȋta Kargêr


Ew ji sêzdeh endamên liserkar pêk tê li gel doyên destekErkên Komȋta Kargêr:1- Pêkanȋna biryarên kongira giştȋ2- Pesendkirin yan redkirina endametȋxwazȋyan3- Lidarxistina çalakȋyên ku armancên Hevgirtinê bi cȋ bike4- Destnȋşankirin û lidarxistina civȋnên sêmehȋ û çavdêrȋya berhemên Hevgirtinê5- Birêvebirina kar û barên Hevgirtinê û bicȋkirina armanc û biryarên kongira giştȋ6- Deranȋna raporeka sêmehȋ der barê rewşa Hevgirtinê de7- Misogerkirina çavkanȋyên peredayȋnê ku kar û çalakȋyên Hevgirtinê pê berdewam bin8- Xwedȋbiryar e der barê kirar û çalakȋ û çarenûsa Hevgirtinê de

MADEYA ŞEŞÊ:

Serokê Hevgirtinê
1- Ew ji nik Komȋta Kargêr tê hilbijartin 2- Nimȋnende û berdevkê fermȋ yê Hevgirtinê ye û çavdêrê hemû çalakȋyên wê ye3- Rapora xwe ya salane pêşkêşȋ kongira giştȋ dike4- Bi biryara du sêyekên dengên Komȋta Kargêr ji kar tê xistin

MADEYA HEFTÊ:

Kongira giştȋ
1- Her du salan carekê li dar dikeve2- Ew rewa ye ku rêjeya 51% ji jimara endaman lê amade bûn 3- Ku rêje kêmȋ 51% be, ew sê mehan tê paşxistin, û amadekarȋ jê re dibe lê ku careka din nebû, kongir bi endamên hatȋ li dar dikeve4- Kongira giştȋ bilindtirȋn desteya Hevgirtinê ye, ew kar û çalakȋyên endaman û Hevgirtinê destnȋşan dike
Erkên kongirê:
a- Pêşkêşkirina pêşniyazên pêwȋst bo bicȋanȋna armancên Hevgirtinêb- Pesendkirina Rêbaznameyêc- Hilbijartina Komȋta Kargêr

MADEYA HEŞTÊ:

çavkanȋyên diravȋ yên Hevgirtinê
1- Resmên endametȋyê (50 € bo endamên li derveyȋ Rojavayê û 500 LS bo endamên li Rojavayê)2- Resmên salane (50 € bo endamên li derveyȋ Rojavayê û 1000 LS bo endamên li Rojavayê)3- Derametên Hevgirtinê ji berhem û weşanên xwe4- Piştgirȋ û alȋkarȋya bê merc ji kes û sazȋyên kurdȋ û navnetewȋ ku Hevgirtin bi dest xwe dixe

MADEYA NEHÊ:

Jisazȋketina Hevgirtinê
Hevgirtin bi erêkirina du sêyekên dengên endamên Komȋta Kargêr ku di kongireka awarte de têne dan ji sazȋbûnê dikeve. Êdȋ, kel û pelên Hevgirtinê bi tevayȋ dibin para sazȋyêka din ku serge û armancên wê yên Hevgirtinê bin.
Kongira şeşê ya Hevgirtina Rewşenbȋrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK)Qamişlo 28/12/201

Show More