Cibran Xelîl Cibran: Goran bikole!

Cibran Xelîl Cibran: Goran bikole!

Cibran Xelîl Cibran

wergêr Zagrosê Hajo

KOVARA ROJAVA, Hejmara(2)an. Buhara 2019an

Ez di bin siha newala jînê re diçûm. Newal bi qoq û hestûyên miriyan nijinandî bû. Di şeveke ku mijê stêr nixumandibûn û tirs ber bi guhê bêdengiyê ketibû, di wê şevê de ez bi tenê bûm. Li wir li ber keviya çemê xwîn û hêstiran, çemê weke marekî reş dişêliha û weke xewnên tawanbar dibezî; ez rawestiyam û min li pistepista şevreşkan guhdarî kir û li netiştekî meyzand.

Wext bûbû nîvê şevê û qeflên giyanan ji govên xwe derdiketin. Gurmegurma lingekî ji paş ve ber bi min ve hat. Ez li xwe zîvirîm, da ez bibînim, lê çi bibînim! Min dît gava ku bertelaşekî têbayan bi heybet li ber min hilkişaye. Min kire qêrîn!

– Tu çi ji min dixwazî? bi çavine beloq meyzand û bi aramî got:

– Ez ti tiştî naxwazim û ez her tiştî jî dixwazim.

Min got:

– Dev ji min berde û bi riya xwe de here!

Dev li ken got:

– Rêya te rêya min e. Tu bi kû de herî ezê bi wir de herim û tu li kû rawestî ezê li wir rawestim.

Min got:

– Ez hatime li tenahiyê digerim, de dev ji min û tenahiya min berde!

Êdî got:

– Ez tenahî bi xwe me, vêca tu çima ditirsî?

Min got:

– Ez ji te natirsim.

Wî got:

– Heke tu natirsî naxwe tu çima weke çîteke li ber şeka avê, dilerizî?

Min got:

– Ba li cilên min dide û ew dihejin, lê ez, ez nalerizim.

Bû tiqetiqa kenê wî, dengê kenê wî weke dengê bahozê bû, û wî got:

– Tu tirsonek î û tu newêrî ji min bitirsî. Tirsa te ducar e, lê tu dixwazî wê di bara sextekariyê de veşêrî, lêbelê ew sextekariyeke ji tevna pîrepindê teniktir e. Ev yek min dikenîne lê ew min tore jî dike.

Piştre ew li ser latekê rûnişt, min dît gava ez jî bêyî vîna xwe dirûnim û li dêmê wî yê bi heybet dinerim. Piştî kêlîkekê, ku ew di çavê min de weke hezar salî bû, wî bi tinazî li min meyzand û pirsî:

– Navê te çi ye?

Min got:

– Ebdile (Kolê Xwedê) ye.

Wî got:

– Ev koleyên Xwedê çiqasî gelek in û çiqasî bela serê Xwedê bi van koleyan gelek e! Tu çima navê xwe nakî Axayê şeytanan û belayekê bi ser belayên şeytên ve nakî?

Min got:

– Navê min Ebdile ye û ev navekî li ber dilê min şêrîn e. Roja jidayikbûna min bavê min ev nav li min kir û ez wî bi ti navên din naguherînim.

Wî got:

-Jixwe bela serê zaroyan diyariyên bavan in, û yên xwe ji danên bavan rizgar nekin ewê koleyên miriyan bin ta ew bi xwe jî bimirin.

Min serê xwe xiste ber xwe û ez li ser gotinên wî fikirîm. Min wêneyên xewnên di tentêla rastiyê de anîne bîra xwe. Wî dîse pirsî:

– Tu çi karî dikî?

Min got:

– Ez helbestan dinivîsim û wan diraxim. Dîtinên li ser jiyanê jî ez di nav xelkê de belav dikim.

Wî got:

– Ev pîşeyeke kevnar e, dev jê hatiye berdan û ew ne sûd û ne jî zerarê digehêne kesî.

Min got:

– Ma ez çi di şev û rojên xwe de bikim, da ez sûdê bighînim xelkê?

Wî got:

– Kolana goran ji xwe re bike pîşe. Tê saxan ji laşên miriyan, ên ku li dora xaniyên wan, li dora dadgehên wan û mizgeftên wan ketine ser hev de rehet bikî.

Min got:

– Min laşên miriyan, li ti deran weke tu dibêjî ketine ser hev, nedîtine.

Wî got:

– Tu bi çavekî şaş dinêrî. Tu xelkê li ber bahoza jiyanê dibînî, çaxê ku ew dilerizin êdî tu guman dikî ku ew sax in, lê ew mirî ne.Ti kes peyda nebûye, da wan veşêre. Ew li ser rûyê erdê avêtî ne û bêhna genî bi wan ketiye.

Min got û pê re hin tirsa min çûbû:

– Êdî ezê çawa sax û miriyan ji hev nas bikim, heke her du li ber bahozê dilerizin?

Wî got:

– Ê mirî li ber bahozê dilerize, lê yê sax pê re dibeze û ranaweste ta ew raneweste.

Wî bi ser çengê xwe de palda û pê re maskulkên wî, yên levbadayî xuya kirin,. Ew weke qurmê mirxê tijî niyaz û jiyan bûn. Piştre ji min pirsî û got:

– Ma tu bi jin î?

Min got:

– Erê, û jina min levhatî ye û ew li ber dilê min buha ye.

Wî got:

– Ev çiqasî guneh û xirabiyên te gelek in! Zewac koletiya mirov ji hêza berdewamiyê re ye. Heke tu bixwazî azad bibî, rabe here jina xwe berde û jiyana xwe bi tenê bidomêne!

Min got:

– Sê zarokên min hene, yê mezin dileyize û yê piçûk gotinan dicû û wan nabêje. Ma ezê çi ji wan bikim?

Wî got:

– Wan hîn bike, da goran bikolin! Bêrekê û merekê bide wan û dev ji wan berde!

Min got:

– Ez bi tenê nikarim bijîm. Ez hînî şîraniya jiyana di nav jin û çêlîkên xwe de bûme. Heke ez dev ji wan berdim wê hingî şahî jî dev ji min berde.

Wî got:

– Jiyana mirov di nav jin û zarokan de bixwe tenê kuleke reş e, bi rengê spî boyaxkirî ye. Lê heke her bê zewac nebû, de êdî rabe zeriyeke nûhatî ya keçên cinan ji xwe re bêne!

Matmayî min got:

– Cin ne rast in, tu çima min dixapênî?

Wî got:

– Tu çi xortekî bodîle yî! Ti rastî ji ya cinan pê ve nîn e û yê ne ji cinan be, naxwe ji dinyayeke bi şik û tevlîhev e.

Min got:

– Ma keçên cinan xwînşêrîn û spehî ne?

Wî got:

– Xwînşêrîniya wan nabuhure û spehîtiya wan naçilmise.

Min got:

– Cinekê şanî min bike, da ez behwer bikim.

Wî got:

– Heke te karîbûna cinê bibînî û bihingiviyê, min nedigote te wê li xwe mehr bike.

Min got:

– Çi sûd ji cina ku nayê dîtin heye?

Wî got:

– Ew sûdeke hêdî hêdî ye. Wê nemana bûnewer û miriyan jê were, ewên li ber bahozê dilerizin û pê re nameşin.

Kêlîkekê berê xwe ji min guhert, lê dîse vegeriya û pirsî:

– Ola te çi ye?

Min got:

– Ez bi Xwedê behwer im û rûmeta pêxemberên wî digirim. Ez hez ji qenciyê dikim û hêviya min bi duwarojê heye.

Wî got:

– Nifşên berê ev gotin, ji xwe re li hev anîne. Lêpelînê jî ew gotin xistine nav lêvên te. Lê rastiya tisî ew e, ku tu ji xwe pê ve bi ti kesî behwer nakî. Tu rûmeta ti kesî nagirî û ji meylbaziyên wê pê ve tu hez ji ti tiştî nakî û ti hêviyên te bi sermediyê re nîn in. Ji destpêkê ve mirov îbadeta Xwedê dike, lê ew li gor meylbazî û daxwazên xwe wî bi navên cuda bi nav dike. Carekê navê Baal lê dike, carekê navê Jupîter û careke din Xweda lê dike .

Piştre ew kenî, dêmê wî di pişt perda tinazî û pêkenînê re xuya kir, wî bi ser ve kir û got:

– Ev çi xerîb in, ew îbadeta xwe dikin, ev “xwe”, ya ku kelaşekî genî ye.

Bîstek derbas bû di nav re ez ji xwe re li gotinên wî vegeram û min li ser hizir kir. Ji nişka ve min di wan de wateyên ji jiyanê xerîbtir, ji mirinê kambaxtir û ji rastiyê kûrtir dîtin. Berî ko hişê min were serê min, da ez sir û nehîniyên wî nas bikim, ez di nav dêm û xisletên wî de winda bûbûm û dilê min rabûbû ser piyan. Min ji kel got:

– Heke Xwedayê te hebe, tu bi wî Xweda kî, bêje tu kî yî?

Wî got:

– Ez Xwedayê xwe me.

Min got:

– Û navê te çi ye?

Wî got:

– Xwedayê dîn.

Min got:

– Tu li kû bûyî?

Wî got:

– Li her derî.

Min got:

Û tu kengî bûyî?

Wî got:

– Di her heyamê de.

Min got:

– Tu ji kê hînî hikmetê bûyî û kê nehîniyên jiyanê û bingehên heyînê ji te re gotine?

Wî got:

– Ez hekîm im. Hikmet xisletek ji xisletên mirovên xizan e.

Lê ez dînekî bi hêz im. Ku ez dimeşim zemîn di bin lingên min de dirêj dibe. Ku ez dirawestim koma stêran bi min re dirawestin. Ez hîn bûme kenê xwe bi mirov û îblîsan bikim. Piştî ku ez bi şahên cinan re û lehengên şevê re rabûm û rûniştim, min sirê heyîn û neyînê nas kir .

Min got:

– Tu di nav wan newalên kûr de çi dikî û çawa şev û rojên xwe derbas dikî?

Wî got:

– Beyanî li ser rûyê rojê ez keştevaniyê dikim, nîvro ez naletê li xelkê dikim, êvarî ez tinaziyên xwe bi xweristê dikim û bi şev ez li ber “xwe” diçime ser kabokan û ez îbadeta “xwe” dikim.

Min got:

– Tu çi dixwî, çi vedixwî û li kû dirazî?

Wî got:

– Ez û dem û derya, em ranazin, lê em laşê mirovan dixwin û xwîna wan vedixwin.

Rabû ser xwe, destê xwe li ser sînga xwe li hev badan, piştre li nav çavên min meyzand û bi dengekî kûr û nerm got:

– Oxir be, emê careke din hevûdin bibînin! Ezê herime cihê dêw û lehengan.

Min bakiriyê:

– Kêlîkeke din ji wextê xwe bide min, hê pirseke min î din heye!

Hinek ji bejna wî di nav mijê de winda bûbû. Wî bersiv da:

– Xwedayên dîn wextê xwe ji ti kesî re vala nakin. De emê hev bibînin!

Ew di nav perdeya şevê de ji ber çavên min winda bû. Ez bi tirs, şêt û matmayî bi xwe û bi wî re mam. Çaxê ku min berê xwe ji wî cihî guhert, dengekî bi pêl ji nav latên bilind hat, digot:

– Emê hev bibînin! Emê hev bibînin!

Roja din min jina xwe berda û zeriyek ji keçên cinan ji xwe re anî û piştre min bêr û merek da her yekî ji zaroyên xwe û ji wan re got:

– Herin ! Çi cara we yekî mirî dît, hûn wî bin ax bikin!

Ji wê rojê ve ta niha ez goran dikolim û miriyan vedişêrim, lê mirî gelek in û ez bi tenê me, ti kes jî bi min ve nayê.

Show More