DEMHAT DÊRIKÎ: Êşek di hinavê min de heye

DEMHAT DÊRIKÎ:
Êşek di hinavê min de heye
Êşek di hinavê min de heye
wek çiya bilind
wek deryayê fireh û kûr
wek welatê min bê çare,
ew min dixwe
min perçe perçe dike
mirinê li ber çavê min zindî dike
lê nizanim ev êş çi ye?
gelo xurbet e
dûriî ye
hesret e
yan bê al û text e?
Êşek di hinavê min de heye
dikim û nakim nizanim ev çi êş e!?