JI HEJMARA (0)ê YA KOVARA ROJAVA) Ehmedê Huseynî: LI BIN SÎYA PIRSÊN BERAVÊTÎ



Ehmedê Huseynî :


Di van kêlîkên dîrokî yên dijwar û çarenûsane yên Rojava bi taybetî û Kurdistanê bi giştî de, li pêşberî xewnên mezin ên azadîya derengmayî, xwînên mezin ên leheng, qehreman û xweşmêrên dastan û afsaneyan, goristanên mezin ên şehîd, qurbanîyên reşekujî, teqîn, enîyên şer û berxwedanîyan, dilên mezin ên dayik û bavên êşên mezin ên vî welatî, rewşenbîrê Kurd çawan dikare rolan dabeş bike, berpirsîya xwe ya wijdanî û sincî bi cih bîne û di heman kêlîkên dijwar ên dîrokê de nirx û taybetmendî, hêvî û buhayîyên civaka xwe û wateyên rastîn ên pênaseya xwe, hem biparêze û hem jî di hişmendîya civakê de biçesipîne?

Bê guman, di demên şer û pevçûn û metirsîyan de, di kêlîkên sosret û birînan de, di çaxên pirsgirêk û arîşeyan de, di hel û mercên ku êdî pirsa nasnameya netewî û hewldanên dewlemendkirina wê û ber bi asoyên mirovane ve danasîna wê, di wan hemî deman de rola çand û rewşenbîran kûrtir û berfirehtir dibe û di çarçoveya pêkanîna erkên xwe yên dîrokî de, naçar in ku bi pirsgirêkên civaka xwe mijûl bibin û beşdarî çareserkirina hemî astengî û pirsgirêkên ku serî hildidin, bibin.

Ev beşdarî, dema ku li bin sîwana pênaseyeke rasteqîne bi rê ve here, anku li derveyî berjewendîyên takekesane yên teng û demkî, li derveyî jiholêrakirin  û nepejirandina cihêwazî û bîr û boçûnên din û li derveyî desthilata sîyasî û ramanên îdyolojîk ên cihêreng, wê demê yê rewşenbîr hem kesatîya xwe û hem jî berjewendîya giştî diparêze, tê dikoşe da ku hindek têgehên zelal pêşkêşî civaka xwe bike, her wisa hewl dide ku bi cegerdarî beşdarî avakirina dîmeneke xweşik a çand, ziman û kûrahîya nasnameya xwe bibe.

Wek ku çawan afirandin bûnewereke ramanî ye, wisa jî, rewşenbîr di çarçoveya hizr û hişyarîyê de bûnewerek e ku bi wijdanekî jîndar tev digere. Têkçûn û şikestinan, êş û azaran, şehîd û lehengan, her wisa, serkeftin û pêşveçûn, şahî û şadîmanîya neteweya xwe derdibire. Dîrokê ji bo nifşan dinivîsîne, hest û nestên netewî gur û geş dike, di ketinê de nav di xelkên xwe de dide da ku careke din rabin ser pêyan û serkeftinan bi dest xînin, li hemberî parçebûn û dabeşbûna xelkên xwe xwedî helwesteke tund û rasteqîne ye, alavên xwe yên derbirînê, ên peywendîyan, ên dan û sitendinê her û her hişyar dihêle da ku çavdêrê pêdivîyên nasname û heyîna neteweya xwe be. Ê rewşenbîr jî wisa tê dikoşe da ku bizavê li dijî rawestanê, rêjeyîyê li dijî rehagirîyê, zanînê li dijî nezanîyê, mentiqê li dijî demagojîyê û gelemperîyê li dijî takekesîyê bi kar bîne û di jîyana xwe ya rojane de, di dahênan, helwest û derbirîna xwe de, pasvan, xemxur û hostayê afirandina têgehên hevûdûpejirandinê, li hevûdûguhdarîkirinê, rêzgirtin û rehdaçikandina bîr û boçûnên cihêwaz û bergirîya mafê mirovan û rûmeta civakê dike.

Bawerîya rewşenbîr bi welatê wî heye, ji welatê xwe hez dike, dema ku hez dike, ne alîyên sîyasî ji bo wî girîng in, ne jî alîyên ku berjewendîyên xwe yên takekesane diparêzin girîng in. Dema ku dipeyive bi wijdanê gelemper ê neteweya xwe re dipeyive, berê qublenameya xwe ber bi paşeroja neteweya xwe ve dizîvirîne û ji neteweya xwe re bi hemî şêwazan radigihîne ku azadîya wî, ewlekarîya wî û yekîtîya wî pirsên sereke yên hebûna rewşenbîr in.

Îca rewşenbîrê Kurd ê ku a nuha li dîmenê temaşa dike ku çawan dikare van dîmenan, têgeh û boçûnan li qelem bide û çawan dikare di vê civakê de bi awayekî rasterast pênaseya xwe ya rewşenbîrane wergire?

Rewşenbîrê Kurd ê ku îro beşdarî avakirina dîmenê dibe û hewl dide ku di komel û civakê de xwedî rol be, bi çi alavan beşdarî dîmenê dibe, paşxaneya wî, perwerdeyîya wî û ji kîjan kargehê ber bi dîmena rewşenbîrîyê ve hatiye?

Rewşenbîrî wek têgeh, zeftkirina bareya afirandinê ye; afirandina

pirsan e û hetanî astekê jî avakirina bîr û bîranîn û bawerîyan û bi wêrekî dagirtina valahîyan û ronîkirina koşeyên tarî yên dîrokê ye, anku bikaranîna hişmendî û çalakirina sewîyetên têramandin û ramanê ye.

Çendîn mirovê rewşenbîr bikaribe pênaseya xwe biparêze û wê pênaseyê bi şêweyekî rasteqîne bi kar bîne, ewqasî beşdarî geşepêdayîn û pêşvebirina cîhana çandî, hunerî û ramanî dibe û xwenasînê teqez dike, her wisa derfeta wî çêdibe ku beşdarî seqa û gorepanên pirsên nûjen û pirsên hemdem; pirsên ku li çarenûsên nasnameyê, hebûnê û mirovatîyê digerin.

Dema ku em hewl bidin van çemk û têgehan, wek erkên serekane di jîyana xwe de û di hemî alî û warên civaka xwe de bi kar bînin, bê guman, bi wê hewldanê re em ê hişmendîyê biafirînin, em ê hişyarîyê biafirînin û em ê der barê dîroka neteweya xwe de û rewşa wê ya îroyîn agahîyên nû û hin dîmenên teze biafirînin.

Hoker û mercên bingehîn ên vê hişyarîya rewşenbîrane ew in: Bîr û bîrewerî, nasname, çand, ziman, kelepûr û mîratgirîya dîrokî ye, li pêşberî çand, ziman û bişaftina dagîrkeran jî, xweçesipandn e, xwenasîn e û di hundirê taybetmendîyên neteweyî de li xwe temaşakirin û li der û dora xwe temaşakirin e.

Daxwaz û xwestek û hêvîyên ku vê hişmendîya rewşenbîrane dadimezirînin, peywendî ne; peywendîyên bi jîngehê re ne, têkilîyên bi demê re ne, têkilîya herî jîndar û dijwar jî ya bi penc û rêbazên ku em di hundirê wan de hatin bişaftin û talankirin re ye.

Dema ku em bizanibin ka em ji ku hatine û çi ji me hatiye dizîn û ka em ê çawan taybetmendîyên xwe ji talanan vegerînin, bi tenê di wê kêlîka zanînê de, em dikarin bibin hêjayî wê pênaseyê, pênaseya bargiran û serêşane!!

Li vê parzemînê (ROJAVA) her kesji  hev aciz e, her kes ji hev didexise, her yek dev diavêje yê din, her kes dixwaze yê din bike wekî xwe, her kes xwe wekî serkêş, pêşewa, bêmînak, afirênerê peyv û çandê dibîne, her kes bê hêvî, melûl, reşebîn û radestbûyî xuya dike, mebesta min ji “her kes” her kesekî rewşenbîr e!

Çi bi serê vê rewşenbîrîyê hatiye, tu kes nizane!

Li cem xelkê, di kêlîkên dijwar û metirsyane de, rewşenbîr

çavkanîyên hêvî û ûmîdan in, çunkî hebûn û berdewamîya nivîsandin û dahênanê li ser zeftkirina rehên hêvîyan tên çesipandin, anku rewşenbîrekî bê hêvî, bê xewn; çawan dikare der barê nîgaş û hêma û fantazyayê de bipeyive?

Li şûna ku yê rewşenbîr bi pirsên mezin mijûl bibe, bersiva hindek pirsên giran ên dîrokî bide û li şûna ku bizanibe ku afirandin rexne ye, afirandin cemawer e, afirandin kelepûr û mîratgirî ye, afirandin azadî û nasname ye, afirandin evîn û dilsojî ye, afirandin welat û netewe ye, em wisa dibînin ku bi tiştên sivik û bêwate mijûl dibe. Bi filan kes û bêvan kes mijûl dibe, bi vê rêxistinê û wê rêxistinê mijûl dibe.

(JI HEJMARA (0)ê YA KOVARA ROJAVA

Show More