Siltana Eto :  Ji min pirsîn tu kê dixwînî !!

Di bajarekî de ku dîwarên wî ji her tiştî  zêdetir  bi pirtûkan hatibû nîgarkirin, min lingên xwe tevî ew pirtûka di destê min de derbasî  nav bajêr kir.

Li derdora xwe nêrî, ji mirovan ji erebeyan ji tişt û miştan, tiştekî ez ji wan ciwaz didîtim ew jî; ew bû ku pirtûkek di destê min de bû.

Çavên hemûyan li min û pirtûkê bû, ez li ser kursiyekê rûniştim û min  dest bi xwendina berdewamiya pirtûkê kir, destek ji paş ve li milê min ket û got:

– Birayo!! Ev çi ye di destê te de ye?

– wek xuya dike, ez pirtûkê dixwînim

– Ez jî dizanim tu dixwînî, lê ev der ne dera xwendinê ye, ger dixwezî bixwînî, bide dû min em biçin bazara xwendin û pirtûkan.

Rawestgehek bû an jî, em bibêjin pirtûkxaneyek bû, aliyek hemû bazara pirtûkan, xwîneran ji dest hev dû dirivand û aliyek jî kursiyên dagirtî ji xwîneran ku pirtûk dibûn xwarin û ava wan di jiyanê de.

Ez pir kêfxweş bûm, ku bazara pirtûkan jî heye.

Gote min:

Ev der xwendin e, mirovên me çawa ku dest bi gavavêtina jiyanê dikin, dixwînin heya gava xwe ya dawî koç dikin.

Min çavek li bazarê gerand,ew kêfxweşiya min veguhest bû xemgînî û êşekê, ji min nepirsin

Pişt re ber bi aliyê din ve çûm û wek wan kursiyek girt û pirtûka xwe xwend, xwînereke keç li hember min rûnişt û pirtûka “Şevên Spî” di destan de ye.

Wê jî wek wan an jî wek min dixwend

Heyamek derbas bû, wê ji min pirsî tu kê dixwînî?

Hinekî ponîjim,min ji dil de dizanî ku ew bersiv wê min biêşînê, lê min bi serbilindî got

Ez Bextiyar Elî dixwînim

Ew jî ponîjî, her hal wê sedî sed nas nekir

Ew keniya û pê re jî axêvî

Tu çima Dostiyovêskî naxwînî, ku derûniya te ji te re dide xuya kirin, ji te re sivik dike êşên giran

Tu çima Shakespeare naxwînî ku xweştirîn evîn di dinyayê de diyarî te dike

Tu çima Derwîş naxwînî ku hezkirina wekatekî ji te re vedibêje

Û Bi hezaran nivîskarên wek wan

Wê demê min hevoka dawî ya ” Hinara dawî ya dinyayê ” dixwend

” Tu li ku yî?  tu li ku yî?  tu li ku yî ?

Serê xwe ji wê rakir

Û gote wê: tu Bextiyar Elî,  Helim Yûsif, Rênas jiyan, Ehmed Huseynî, Hesenê Metê, Bavê Nazê û yên wek wan nas dikî?

Wek ku cara yekem bi van navan bihîstibe, ji xwe re li min guhdar dikir

Binêre  ku hinarek di hundir hinarekê de şîn were, pê re jî çîrokeke welatekî ji êşan xemiliye nîgar bike

Bixwîne û binêre ku Miriyên Heram jî hene, bi wê jî tu yê bibînî ku îşev û çîroka dawîn de bedewtirîn û baştirîn kes di dinyayê de jin û dayîk e

Bibîne ku ” min bi xwedê re şer kir” û hemû lebatên laşê min jî ji min parçe dibin û li pêşiya min jî derdikevin

Bixwîne ku şêxê helbestê jî dibêje” Hezar deng bûn, lê min destnimêja xwe bi kurtepista te şikand “

Bixwîne û binêre ew jî hene.

Wek mirovekî tîbûyî li min dinêrî

Li min vegerand, di bazara pirtûkan de navên wan tune ne, gelo ew kî ne û li kur in?

Min gotê: ewna, ewna di dinyayeke ku navê wê kurd e, dijîn dinyayeke ku dinyayê hîn

Li wê nenêriye, hîn jî derî li wê qifil kiriye

Wê rojek bê û ew derî vebe û hûn bibînin ku me yê pir xelata Nobelê bigirta, lê ji ber ku em kurd in…

Pê ra jî bêdengiyê ez dagir kirim

Gelo tu yê bihêlî ez ” Hinara dawî ya dinyayê ” bi xwe re bibim?

Helbet tu yê, bibî, tu nebî, wê rojek bê û yekî din bibe û wê hinarê Ii dinyaya we jî belav bike

Bi wê jî hûn ê derbasî nava deryaya me bibin tenê rojek.

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *