HELBESTVAN MERWAN BEREKAT : BARÎNA DÎNBÛNÊ

Tu û straneke kevokan

Tu û kenê sibeheke biharî

Tu û bêhna nêrgizên çolê

Tu û hêminiya şeva evîndaran

Tu û semaya stêrkên fedok

Tu û hilma berbangên xunavî

Tu û awirên heyva sêrojî

Tu û silava meqesokên Avdarê

Tu û dengvedana barîna awazên nazik

Dibin helbesta perperîkên eşqê

Bi wan re dibim barîna dînbûna xwe

Bi ser bihara te de dibarim

                                      dibarim

                                            dibarim

                                                 Dilrevînê

Efrîn: 27. 02. 2024

 Jêder : xelat.org

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *