HELBESTVAN  ISSA XELLO : BIYANÎ MAM

Li  welat ez, biyanî mam

Kesek li dor min, nema ye

Ne dostek û, ne jî pismam

Her kes li a xwe, gerya ye

Erzan kirin, xaka welat

Gunehê wan, qet pê na ye

Cuda kirin, ji hev malbat

Bûne dîlê, li çola ye

Jan û êşê, ez dikşînim

Şev û rojê, keser vedan

Hogir bira, kes nabînim

Tev belavbûne, li cîhan

Ji vê rewşê, zivêr bûme

Sebr û hedana min, nema

Li warê xwe, wenda bûme

Bûm embara, kul û xema

Çûm serdana, goristana

Mirîya şîn, gerandî ye

Ser zindîy û, xortê zana

Ji wan mane , bê hêvî ye

Min got mirîno, ev çî ye

Çima şînê, digerînin

Gotin em man, bê xwedî ye

Gor bê fatîha, dimînin

Man bêparê, seredana

Cejin pêncşemî, namînin

Kanî soz û, ka peymana

Çima hevdû, dixapînin

Mixabin va, mirî mestin

Li ser welat, merd û halan

Zindî îro, bê helwestin

Jiyan li xwe, kirin zîndan

Ey zindîno, hûn xulmaşin

Dîrok tiştek, wenda nakî

Ger haynebin, gelek şaşin

Kes barê kesî, ranakî

Xur bi desta, bixurînin

Kes xura we, bi cî nakî

Kul û êşê xwe, bibînin

Kes ji we ra, derman nakî

Gazina min, ji heşmenda

Yên digotin, xak û zemîn

Hêvî dikim, ji wan merda

Ba me çêkin, hinek geşbîn

Carek tenê, dilxweş bikin

Wenda nebe, keysa zêrîn

Yek rabêjbin  , jev hezbikin

Billa rabin, ev giŕ û kîn

Issa Xello bavê Siwar

Ji waşokaniya birîndar

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *