HELBESTVAN EBDUSSEMED MEHMÛD : SEYRAZ

Seyraz

Peyvên xwe di Cegerê min de veşartine

bazinên Qefesa  bûyînê koçber

 dikin

hin caran di bin re

qelewiziya ewrên têkçûyî dikin

 bi ser rewşa xwe de dikimişin

Peyvên nixumandî

li bazara têkçûnê buhayên wan du qirûş û nîv in

Parsekên deryên mizgeftan şîretên xwe difiroşin

 peyvên qurr e ji xurçika poşmaniyê dişemitin

her şev êşê hemêz dikin

Ta segurî!

Hêdî hêdî vedimirin

Fîşekên bahozê

hemû li dilê jar ketin

diber xwe de bi pistepistin

 mitik kirin gir

Gir kirin çiya

Çem kirin derya

Derya kirin zerya

Bêhiş bûne semyan

Biyan bûne malxwê

Şêwirdar ji qanê ketin

Pîvanên her tiştî

Mîna hev in

Sî, kin û dirêj

Rê û xaçerêk

Tirş û tûj

Tehl û şêrîn

Bisk û Xencer

Pars û parsek

Pişt li hev in

Dengê  minî  westiyayî

li rawestgeha pirsyariyê

du kevan li hêviyê ne

Du kevan

li qada çavên wê

Pasevan in

Li bin saza têlê û stranan 

Lêv ziwa ne

Xêrnexwaz hej stranan nakin

Kê hemî ben û bendev

di riyan de çandine

Ji serê kaşê gûmana

keldûman diçe.

çîrokên Zivistanan

di bîrdanka gorê de

bi hûrbînî tavêjin

binê bîrên xitimandî

Dengê hunermendan pezkoviyan

Ji ser Siyamend venakişîne

Quloçên barînê

di sînga evînê de

badide û dilorîne

Li qiraxa xewnê

Min konê xwe vegirtiye

Çira semaxê

Li drgeh û penceran belav kiriye

Li riya dûrî dûr dinêrim

Riya ku diçirise!

ji koça rewrewkê?

Vê şevê…..

Hemî çira vemirandî ne

Hemî birîn şiyar û amade ne

Hêviyan pişta xwe dayê

Ez û wê  li bende ne

Ez li bendî ken im

Bi qasî azadiyê

 li bendî heja desta  me

Bi qasî serxwebûnê

Li bendî henek û penda me

 bi qasî leza bêrîkirinê

Ez li bendî ku roj hilê

Bi qasî ronahiyê

 li bendî silavê me

Bi qasî helbestvaniyê

Ez li bendî afirandinê me

Bi qasî lênûs û xamê

Ez ji we hezdikim

Bi qasî Seyroz û Helwestnamê

Heger….

Hun karibin

Tîrêjên rojê bijimêrin

Heger…

Hun karîibin

Axa çolê tevî bidêrin

Heger…

karibin

Çiyan birûxin û bihêr in

Heger …

Bawer bikin ji vê riyê vegerim

Hingî ezê dûrî we herim

Li ser qada aniya we

Qîrîn û hewar

Li hev rast hatin

Ne qîrînê

Dengê xwe hilda

Ne hewarê bejna xwe daxist

Dîwana min î

Li ser navê we…

Ya di nav destên we de

Her êvar

Vedigere aniya min

Hilma tiliyên

Li ser tîpan

Diyarî min dikî

Li hêviya kê?

Can direve

Direvî li dor koremij e

Peykerên xewnan

Pût in

Reş û spî mîna hev in

Demê dijimêrî

Yeka yek

Ber bi Leylanê  ve direvî

Lêv li ber gezan çû!

Tîrêjê elendê

Bi liv û heje

Ji doh ve naman dişînim

Deng û vedeng

Ji guhan nakevin.

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *