Kadîr Stêra : Çîroka hevdîtina Xalê Sofî û Cegerxwîn

 Çend mehên wî çêbûbûn ku di vê çîrokê de dijiya? Çîroka çi?

  Nizanim.

 “Tenê dibê nizanim

Nizanim ez nizanim

Nizanim ez nizanim birano

Dibê dûrê min here

Te yek dîbû ji xwe re

Ez û tu bûne dijmin

Êdî bes were cem min”

Ev ne helbesta Seyda ye? Erê, erê! Ev helbesta Seydayê min Cegerxwîn e. Em bibin dijmin jî, dixwazim werim cem te. Kî dizane, belkî Seyda ev helbest li penaberiyê nivîsandibe. Meriv, tu tiştî li vir nizane. Meriv, li vir hertim nezan e. Na na! Eş şaş im. Bi tenê li gorî hîsên xwe, vê ya bêjim: Belkî, dema Seyda  ev helbest dinivîsand, êşên wî dikeniyan. Bi rastî min jî, nizanîbû ku wê mijara vê nivîsê were ser Seydayê Cegerxwîn.

“Min go bêje kî ye ev

Li ser dibêm roj û şev

Go min çi jê ye heyran

Hûn pîroz bin ji bo hev “

Belê. Seyda, li ser Kurdistanê bi şev û rojan digot. Kurdistanê, xwe nebihîstî dikir. Dilê Kurdistanê, belkî jê şikestîbû. Ji dev min qeriya û çû, ji dev min qeriyan çûn û hey çûn. Seydayê Cegerxwîn çûbû. Piçekî disekinim, dibêm hela wê berê vê nivîsê biçe ku derê? Ez dibêm, ezê berê we bidim Ewropayê.  Ewropa; şopên pir şêrgeleyan mijand. Belê. Ezê, berê we bidim rêwîtiyekî. Rêwîtiya min û Xalê Sofî. Ew rêwîtiya min a ber bi Mêrdînê ve. Ezê ji Mêrsînê biçûma Mêrdînê. Li termînalê me, di hindurê otobusê de me. Wê deh deqeyê din otobûs rabe û bimeşe. Cem min vala ye. Extiyarek bi kum, nêzî min dibe û tê li cem min rûdinê:

– Ahaa, îjar min pê girt. Hetanî ev rêwîtî biqede, wê bi qalkirina olê û bi şîretên xwe mala min xera bike. Tu mêze dike, an nake? Wê vê pirsê jî bike ha.

– Merheba Xwarzê.

– Merheba Xal.

Bêdengî. Şûxlê çar saetan, kesek naştexile. Lê dengê bedengiyê, bi dengê min xera bûbû:

– Elo, belê ez têm; lê ezê çend saetan li Mêrdînê bimînim û biçim Amedê, fûara kitêban heye.

– Te ders çawa kirin ders. Ma hema tu mektebê dirêj bike.

– Dirêjkirina çi lo. Wekî ku nizane ha. Bê qey nizane ku salek min, ji ber hepsê çû. Saleke min jî, wan jehran min ji mektebê dûr xistin.

Bi wê bêhna xwe ya teng, telefonê digire. Dixwaze, saet berî saetê li tesîsê bisekinin û çixareyeke vexwe:

– Xwarzê, qey tu nivîskar î?

Pirs, li ser pirsan, bersiv li ser bersivan:

– Pêxember Manî ev digot…

Gava ev gotin bihîstibû, çavbeloqî bûbû. Hetanî aniha, ji sofiyên li derdora wî kesekî ji Manî re negotibû Pêxember. Kêfa wî, pir hatibû. Her ku dem derbas dibû, sohbeta me germ dibû. Otobus li tesîsê sekinîbû:

– Xalê Sofî, tu çixareyekê venaxwî?

– Na xwarzê.

– Êêê xal. De ka bêje. Tu yê biçî ku?

– Ezê biçim Hezexê, ba torinên xwe.

-Tu li Mêrsînê dijî?

– Havînan tenê têm. Ez li Almanyayê dijîm. Bîst salan zêdetirîn e li wir dijîm.

– Te emrek li wir xelaskiriye.

-Erê xwarzê, erê. Sal wekî avê diçin. Hê ez xort bûm, ez ji ber dewlata Tirkî reviyam Sûriyê. Wê çaxê, min gelek navdar dîtin.

– Te, şêrê qafesê jî nedît?

– Na min ew nedît; lê min gelek kes dîtin.

Xalê Sofî, çend mehan li Binxetê di zindanê de dimîne. Wê çaxê Seydayê Cegerxwîn jî, di zindanê de ye. Xalê Sofî, li wir wî dibîne. Çend caran sohbetê dikin. Seydayê Cegerxwîn, jê re dibêje:

– Xwarzê, ez pir kêfxweş im ku xortekî wekî te komunîst, ji Mêrdînê derketiye. Sal diborin, jiyan vê carê wan li Ewropa tîne cem hev. Ji bo vekirina komeleya çandê şevek tê li darxistin. Cara yekê ye, li Ewropa komeleyek vedibe. Li gorî ku Xalê Sofî digot, gelek law û jinên şêrgele li wir kom bûbûn. Hinek hunermend, hinek şoreşger:

– Xwarzê, rojekê li Ewropa şerek di navbera tirkan û kurdan de çêbû. Te bidîta, yekî ji wan kir derxist ku wê êrîş bike. Hema, ji nişke de, Ş. Sefkan baz da û ew kêr ji nav destê wî derxist.

Xalê Sofî, her ku qal dikir ez matmayî dibûm, kelecanî dibûm, hin caran hêsirên min dibariyan, hin caran dikeniyam. Otobûs wekî maran diçû. Qehwe li ser qehwê me vedixwar. Min meraq kir, zêdeyî şeş salan derbas bû. Belkî, Xalê Sofî jî, vê nivîsê bixwîne. Belkî, jî nexwîne. Kî dizane…

Jêder:

diyarname.com

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *