Kemal Necim : Çend têbînî der barê rewşa weşangeriyê de

Ji koşeyê (Têbînî)

Dawiya meha cotmehê ya derbasbûyî, li bajarê Qamişlo heftemîn pêşangeha Şehîd Herekol a pirtûkan hate lidarxistin. Bi dehan pirtûkên ku weşanxane û saziyên herêmê çapkiribûn û weşandibûn hatin pêşandan, lê dîsa mijara weşangeriya herêmî kete rojeva nivîkar û xwêneran. Bi qasî ku diyar bû, vê salê ji hemû salan bêhtir berhemên nivîskarên herêmê, yan jî em bêjin berhemên ku li herêmê hatine çapkirin peyda dibûn. Lê her di vê mijara weşangeriyê de rewşeke şêlo heye ku têkiliya xwediyê berhemê û weşanxaneyê, têkiliya weşanxaneyê û xwêner û sûka pirtûkan her wiha têkiliya xwêner û nivîskaran şêlo dimîne.

Pirtûkên ku li herêmê têne çapkirin û weşandin çawa derdikevin, kîjan sazî serperştiya wan dike, çawa têne belavkirin û firotin û gelek pirsên din jî mijara guftûgoyê ne.

Piraniya pirtûkên ku li herêmê têne çapkirin ji hêla Weşanxaneya Şilêrê ve têne weşandin û belavkirin. Her wiha desteya Çandê ya bakur û Rojhilatê Sûriyê, desteya Çandê ya Herêma Cizîrê jî serpereştiya çapkirina hin pirtûkan dikin, bi taybet pirtûkên ku bi navê yekîtî û saziyên rewşenbîran ve têne pêşkêşkirin.

Ji ber ku bazara pirtûkan li herêmê hîna nehatiye avakirin, kirîna pirtûkan jî weke çandeke civakî nehatiye çesipandin, kar û barên weşangeriyê jî weke pîşeyekê saz nebûye. Lewma maf û hiqûqa di navbera weşanxaneyan û xwediyên berheman jî saz nebûye. Halê hazir eger em bi çavê kirîn û firotin û bazirganiyê li karên weşangeriyê binerin, ew karekî bi zirar e. weke mînak weşanxaneya Şilêr pirtûkên ku çap dike û diweşîne bê pere yan jî bi kêmî buhayê wê difroşe xwêneran, lewma ji hêla darayî ve derfeta wê çênabe ku têkiliyeke bi hevpeyman bi xwediyê berhemê re girê bide, di encamê de ew têkilî şêlo dimîne. Xwediyê berhemê nizane ka berhema wî çawa hate weşandin, çawa hate belavkirin. Di vê mijarê de ji bo ku xwediyê berhemê bê maf nemîne, pêwîste weşanxane yan saziya ku serpereştiya weşanê kiriye, ji bo belavkirina berheman ahengên danasîn û imzekirina berheman li dar bixe, her wiha şevbêrk û çalakiyên xwendin û nirxandina berheman jî lidar bixe.

Mijareke din a girîng jî ew e ku her sal hin berhemên ku li gorî pîvan û regezan bi kêrî weşanê nayên, têne weşandin. Her çiqas ev çend sal in Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewil dide ku erkê xwendin û nirxandina destnivîsan bigire ser xwe jî, lê her sal pir berhem bêye ku ji Dîwanê re bêne pêşkêşkirin têne weşandin, yan  jî carna berhemên ku Dîwanê biryar daye ku bi kêrî weşanê nayên têne weşandin.

Di vê derbarê de jî pirsa ku tê bîra mirvan ew e; çima zagona çap û weşanê li herêmê tune ye? Ev jî erkeke dikeve ser milê saziyên zagonsaz ên rêveberiya xweser ku zagona çap û weşanê saz bike da ku kar û barên weşanê li herêmê bi rêk û pêk bibe.

Jêder: Rojnmeya Ronahî 

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *