Ji nû ve “Cegerxwîn û berhemên wî”

Heta niha gelek pirtûk li ser Cegerxwîn hatine nivîsîn, niha yeka ku hatibû nivîsîn hat nûkirin û carek din çap bû. Pirtûk ji aliyê Yusuf Kaynak ve hatiye nivîsandin. Pirtûka bi navê “Cegerxwîn û berhemên wî” bi awayî nû û berfirehkirî ji Weşanên Na derket.

Yusuf Kaynak li ser sedema amadekirina pirtûkek bi vî rengî, wisa dibêje, “Her çiqas Cergerxwîn wek helbestvanekî were zanîn jî bi rastî jî ew nivîskarekî piralî bûye, li gel helbestvanîyê ew dîrokzan e, folklorîst e, zimanzan e û nivîskarekî çîrok û serpêhatîyan bûye. Wîdi mercên ne baş de karibûye 40 pirtûk binîvsîne. Ez di vê xebatê da li ser jiyan û berhemên wî sekinîm; tema,sêwirandin û teşeyên ku bikar aniye. Her wiha min jiyan û berhemên Cegerxwîn û helbestvanên wekî Nazim Hîkmet û Goran dan ber hev. Cegerxwîn deqeke li eniya kurdî heya heyî wê bê xwendin û gotin.”

Kaynak ev pirtûk di sala 2010’an de nivîsandibû û wê çaxê ji Weşanên Do wekî pirtûkek 199 rûpelî derketibû; niha bi çapa nû wekî 234 rûpel ji Weşanên Na derket.

Di vê pirtûkê de di bin beşên “Jiyana Cegerxwîn”, “Berhemên Cegerxwîn ên ku hatine weşandin”; “Kî li ser Cegerxwîn çi nivîsiye”, “Fork, stîl û zimanê helbestên Cegerxwîn”, “Berhemên Cegerxwîn ên nehatine weşandin”, “Cegerxwîn, Goran û Nazim Hîkmet” de nirxandin hatine kirin.

– Cegerxwîn û berhemên wî / Yusuf Kaynak / Weşanên Na / 234 rûpel / 2023

Jêder : diyarname.com

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *